Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Sûbaşi hat binçavkirin
Serê sibê polîsan ser mala Hevseroka HDP’ê ya bajarê Qersê Sevda Sûbaşi de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin.
Qers – Polîsên dewleta tirk serê sibê bi ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr ê Qersê yê Bakurê Kurdistanê Sevda Sûbaşi de girt. Piştî lêgerîna li malê hemû kel û pelê wan nava hev xistin û hevserok Sevda binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Qersê.