Hevseroka HDP'ê Bermal Nergîz hat binçavkirin

Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Bermal Nergiz danê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Polîsan danê sibehê avêtin ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Bermal Nergiz. Bermal Nergiz ku di serdegirtinê de hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.

Bi hinceta "biryara nepenîtiyê" der barê sedema binçavkirinê de agahî ji parêzerê Bermal Nêrgiz ku xwest wê bibîne re, nehat dayîn.