Ciwanên Şengalê bi pêyama ‘dê berxwedan bidome’ meşiyan

Yekitiya Ciwanên Êzidxanê û Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê bi meşeke meşaleyî pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re xweserî’ ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê ve hat ragihandin silav kirin.

Şengal – Ji 10’ê Cotmehê ve li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ pêngavek hate destpêkirin. Pêkhateyên Şengalê li gel tevgera jin, ciwan, PADÊ û hemû sazî û dezgehan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke hevpar bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî pêngava navnetewî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.

Yekitiya Ciwanên Êzidxanê û Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê bi meşeke meşaleyî  pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re xweserî’ silav kirin û piştgiriya xwe nişandan. Meşa ciwana ji rêya sereke ya Zîraa despêkir heya çerxerêya Mam Zekî ya navçeya Sînunê berdewam kir.

Di meşê de ciwanan li gel meşaleyan, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û bê navber diruşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, Bijî berxwedana Rojava, Mexmur û Şengalê’ qêriyan.

Di dawiya meşê de li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzidxanê û Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê ji aliyê Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan ya Şengalê Avesta Êzidxan ve daxuyanî hat xwedin.

‘Heya azadiyê em ê têbikoşin’

Avesta Êzidxan bal kişand tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêbertî di nava berxwedaniyeke mezin de ye. Têkoşîna Rêber Apo ya 50 sale dimeşîne, ji bo gelên azadîxwaz rêya çareseriyêye. Li beramber vêya erka me tevaye, em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Wê ciwan serî li ber tecrîd û xiyanetê netewînin.”

Avesta Êzidî îşaret bi komplo û peymanên 9’ê Cotmehê jî kir û got: “Di heman dîroka komployê de PDK û Iraq li dijî civaka Êzidî peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin. Emê azadiya Rêbertiya xwe bikin hedefa xwe û heya azadiyê têbikoşin.”

 ‘Em ê têkoşînê bidomînin’

Endama Yekîtiya Jinên Ziwan Ekîn Şengalî ya beşdarî meşê bûbû wiha got: “Rêber Apo em ji fermanê rizgar kirin em jî wê Rêberê xwe weke fizikî rizgar bikin heya azadiya wî ya fizikî pêk weke emê li ser piya bin.”

Endama Yekitiya Ciwanên Şengalê Hilwa Feqîr jî bal kişand li ser tecrîda girankirî û wiha got: “Li tu devera cîhanê tecrîdeke wiha nîne. Rêber Apo ruxmê tevahî êrişan jî berxwedaneke bê hempa raber dike. Em jî weke ciwan wê heya azadiya fizikî ya Rêber Apo tekoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Heya serkeftinê dê berxwedan bidome’

Endama Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Hilwa Feqîr derbarê pêngava ku pêkhateyên Şengalê bi diruşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî Ji Şengalê re Xweserî’ dan destpêkirin wiha got: “Em weke gelê Şengalê xweseriya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ji ber di 9’ê Cotmehê de komploya li dijî Rêber Apo hat destpêkirin û di heman dîrokê de li ser me peymaneke qirêj hate îmze kirin. Ev ji hev ne qute ji bo wê tekoşîna gelê Şengalê ya ji bo azadiya Rêber Apo û Xweseriya Şengalê jî ji hev ne qute em ê heya serkeftinê tekoşîna xwe berdewam bikin.”