Yekemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê dest pê kir
Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin, Rêber Apo azad bikin” bi beşdarbûna 70 delegeyan li Xanesora Şengalê dest pê kir
Şengal- Yekemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê li Meclisa Gel a Xanesora Şengalê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin” bi beşdarbûna 70 delegeyan ji ciwanên Ereb û Êzidiyan di saet 10:00’an de dest pê kir. Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre ji bo dîwanê berdevka Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sûham Şengalî, berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Avesta Ezda û berdevka Tevgera Azadiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan hatin hilbijartin.
Di konferansê de peyamên Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr, YJŞ’ê wê bên xwendin. Di heman demê de sînevîzyonek ku ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin wê bê temaşe û guhdarkirin. Di heman demê de rapora kar û xebatê du salan ên jinên ciwan wê bê xwendin. Di salona konferansê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sara û Rûken, ên di riya têkoşîna azadiyê de canê xwe bexş kirine hatiye xemilandin.
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Hevseroka Xweseriya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hat kirin.
Rîham Hesen konferansê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû cangoriyên azadiyê û şervanên azadiyê pîroz kir, silavên xwe ji Abdullah Ocalan re şand û ev tişt vegot: “Em di şexsê hevala Sara, Rojbîn, Ronahî de konferansê li hemû şehîdan pîroz dikin. Em konferansa ciwanên Ereb û Êzidî gelek pîroz dibînin ku di demeke gelek girîng de pêk tê. Dijmin di şexsê ciwanan de dixwazin civakê tune bikin. Hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurt e ku dê ji hemû êrîş û polîtîkayên qirêj re bibin bersivek xurt. Yê ku di vî şerê de pêşengî ji şerê azadiyê û civakê re bike ciwan û jin in. Rola mezin dikeve ser milên û ciwanan. Wekî ku me di destpêkê de jî gotibûn hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurt e ku dê ji pêvajoyê re bibin bersivek xurt. Her wiha em ê li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin ku dixwaze di navbera civaka Ereb û Êzidiyan de têbikoşin û hevgirtina gelan xurtir bikin.“
Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona ku ji dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, hat temaşekirin û guhdarîkirin.
Konferans bi axaftinan didome.