Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn: Bi bêmafî hatime girtin

Danişîna doza Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a girtî ku dozger dixwest bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ceza lê were birîn taloqî 15’ê nîsanê kirin.

 
Navenda Nûçeyan-5’emîn danişîna doza Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn a girtî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Yildiz bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Osmaniyê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê û rêveberên HDP’ê di danişînê de amade bûn. 
Yildiz Çetîn parastina xwe kir û îfadeyên şahidên nepen ên derbarê wê de jê hatin pirsîn û wê got: “Ez bi tu awayî beyanên şahidên qebûl nakim. Beyanên wan îftîra ne. Ji bilî mevzuata yasayî min tu tiştek nekiriye. 17 meh in ez ji welatê xwe dûr girtî me. Divê di dosyeyê de delîlên şênber esas werin girtin. Ez daxwaza berdana xwe dikim.” 
Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin were berdan. Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê zindanê li Yildiz Çetîn were birîn. Parêzeran li dijî biryara dozger dem xwestin. 
Dadger daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 15’ê nîsanê kir.