Hevşaredara Dêrsimê ya berê Nûrhayat Altun tehliye bû

Hevşaredara Dêrsîmê ya berê Nurhayat Altun, piştî 7 sal û 5 mehan girtî ma ji Girtîgeha Kandirayê tehliye bû.

Navenda Nûçeyan- Hevşaredara Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrhayat Altun a ku di 17'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û hatibû girtin, tehliye bû.

Nûhayat Altun a piştî 7 sal û 5 mehan girtî ma ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê tehliye kir, ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeyê, nûnerên DEM Partiyê yên Tuzla û Sancaktepeyê,  Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (MATUHAY DER), parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, heval û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.

  ‘Azadiya fizîkî ne girîng e’

Nûrhayat Altun, di axaftina xwe kurt de wiha got, "Derketina derve xweş e lê dilê min bi hevalên min ên li girîgehê man re ye.  Ruhê me her dem û li herderê azad e. Azadiya fizîkî ne girîng e."

Nûrhayat Altun, li gel malbat û hevalên xwe çû gel malbata xwe ya li Enqereyê.