‘Hevpeymana jinan dê destkeftiyên jinan misoger bike’

Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Ariya Mele Ehmed teqez kir ku armanc bi hevpeymaneke civakî ya jinan parastina destkeftiyên bi salan û çanda berxwedanê ye û got: “Hevpeymana jinan dê bibe mînak û destkeftiyên jinan misoger bike.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava jin di gelek qadan de dibin destkeftiyên mezin. Jinên ku di hemu qadên leşkerî, siyasî û hemu qadên jiyanê de pêşengiya parastina nirxên şoreşê dikin bi Hevpeymana Civakî ya di 12’ê Kanûna 2023’an de hat îmzekirin, mafên xwe yê bi têkoşînê bi dest xistin misoger kirin. Avakirina hevpeymana civakî ya jinan xalekî girîng di Hevpeymana Civakî de hatiye diyarkirin. Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Ariya Mele Ehmed têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandin kir.

Ariya Mele Ehmed behsa girîngiya Hevpeymana Civakî ya jinan kir ku û got: “Hevpeymana Civakî di demek pir hesas de hat îmzekirin. Hevpeyman azadiya jinan esas digire. Jin tê de xwedî roleke pir girîng lîst ku bi hevpeymanê re kotaya jinan di pergalê de bû ji sedî 50. Tê de gelek bendên wekheviya di navbera jin û mêr, parastina destkeftiyên jinan, sîstema hevserokatî, avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di bendên Hevpeymana civakî hatiye gotin ku jin wê pergala xwe ava bikin. Ji bo wê jî pêwistî bi amadekirina Hevpeymana Civakî ya jinan heye da ku xwe li gorî wê birêxistin bikin û maf û destkeftiyên xwe biparêzin.”

‘Li dijî pergela desthilatdar dê pergala jinan were avakirin’

Ariya Mele Ehmed diyar kir ku misogerkirina mafên jinan bi avakirina pergala jinan ve girêdayî ye û wiha axaftina xwe domand: “Li gorî hevpeymana civakî divê sîstema konfederal a jinan ji niha şûnde bê birêxistinkirin û peymana civakî ya jinan bê nivîsandin. Cîhan bi pergala zayenperest, desthilatdar, dîktator û serwer xwe birêve dibin lewma divê li dijî wê jin pergala xwe ava bikin. Pergala demokratîk ku hemû pêkhate bi awayê azad dikarin bijîn û civak bi pêşengiya jinan û zanista wan were pêşxistin. Hevpeymana civakî ya jinan ji bo parastina nirx, destkeftî û mafên wan li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em dixwazin Hevpeymana Civakî ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe hevpeymenek jinan di Sûriyeyê de ku mafên wan werin parastin ji cureyên şîdetê û xwe li gorî wê birêxistin bikin.”

‘Di sedsala 21’ê de jin bi îsrar behsa Hevpeymana Jinan dikin’

Ariya Mele Ehmed da zanîn ku sedsala 21’ê ku jinan tê de gelek gavên girîng û serkeftî avêtin û got: “Jin di vê sedsalê de bi îsrar behsa amadekirina Hevpeymana Civakî ya jinan dikin. Ev gaveke dîrokî ye ku jin bi riya wê dikarin xwe bi rêxistin bikin, destkeftiyên xwe biparêzin û civaka xwe bi hişmendiyek azad birêve bibin. Gaveke bi vî rengî ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz tê dîtin lewma em dixwazin Hevpeymana Civakî ya jinan were nivîsandin û bibe hevpeymanek ne tenê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em dixwazin bibe hevpeymana jinan a tevahî Sûriyeyê bi giştî, ji ber ku jin li ku derê bijîn em xwe berpirsyar dibînin mafên wan biparêzin.”

‘Hevpeymana Jinan dê bibe mînak û çareserî ji bo tevahî cîhanê’

Ariya Mele Ehmed bal kişand ser hedefgirtina jinan û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji dema ku hevpeymana civakî hatiye nivîsandin ve êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Ev êrîş li dijî hevpeymanê ne. Bêguman wê gelek êrîş çêbibin ji ber ku dewlet û hêzên hegemon û desthilatdar sîstemek demokratîk ku tê de wekheviya gelan û jinan esas e, qebûl nake. Em dibînin ku Hevpeymana Jinan dê bibe çareserî û hêvî ji bo tevahî gelên Sûriyeyê û mînakek ji tevahî cîhanê re.”