'Hêviya vegera Efrînê di dilê me de naşkê '
Jinên Helebê êrîşên dewleta tirk û dorpeça Rejîma Baas li ser Kantona Şehbayê bi tundî şermezar kirin û gotin: "Armanca dewleta tirk ji êrîşan, şikandina hevgirtina gelê Efrîn û Şehbayê ye."
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Welatiyên Efrînê piştî dagirkirina herêma Efrînê, koçberî Kantona Şehbayê bûn, ruxmê wê jî dewleta tirk bi maşokan êrîşî Şehbayê dike û gefên mezin davêje Kantona Şehbayê. Di 2'yê Kanûna 2019'an de dewleta tirk êrîşî navçeya Til Rifat a Şehbayê kir û di encamê de 10 kes ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de di 23'ê Çileya 2021'an de êrîş kir û 4 kes jiyana xwe ji dest dan û ji wan 2 zarok bûn. Her wiha ew sê salin Kantona Şehbayê di nava dorpeçek mezin de ye û ruxmê wê jî welatiyên Efrînê dev ji berxwedana xwe bernadin û li dijî êrîşên dewleta tirk û dorpeça Rejima Baas li ber xwe didin.
Maşokên wan li hember berxwedana wan ne asteng e
Jina bi navê Emîne Xidir ji Kantona Şehbayê ye, diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk li ser Şehbayê şikandina berxwedana gelê Efrînê ye û wiha pê de çû: "Em bi tundî êrîşên dewleta tirk û dorpeçên Rejima Baas li ser Şehbayê şermezar dikin. Welatiyên Şehbayê piraniya wan Efrînî ne ku ji ber dagirkeriya axa xwe neçar man koçber bibin. Armanca dewleta tirk ji êrîşan, şikandina hevgirtina gelê Efrîn û Şehbayê ye. Dewleta tirk bi vê êrîşên xwe dixwaze welatiyên Efrînê cardin koçber bibin û hêviya vegera Efrînê tune bike. Loma di hemû êrîşên xwe de sivîl û bi taybet pêşeroja me zarokan armanc digire. Dewleta tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe, lewma li ser hevdu komkujiyan pêk tîne. Bila dewleta tirk jî baş bizanibe maşokên wan li hember berxwedana welatiyan ne asteng e."
'Welatiyên Efrînê, Şehba bi darê zeytûnê xemilandin'
Raniya Cefer da zanîn ku li hember sûcên dewleta tirk ku li Şehbayê pêk tîne tevahî cîhan bêdenge û bêdengiya wan jî dibe sedem ku sivîl bên qetilkirin û wiha anî ziman: "Gelê Efrînê dema ku ji cih û warên xwe koçber bûn, berê xwe dan Kantona Şehbayê da ku cardin vegerin ser axa xwe. Ruxmê ku welatî koçberin, lê dewleta tirk cardin ji dagirkirina Efrînê têr nebû û êrîş dibe Şehbayê û her sal komkujî pêk tîne. Berxwedaniya gelê Efrînê bi nav û deng e, di heman demê de îradeya wan qewîme. Her wiha welatiyên Efrînê di hemû demsalan de li ber xwe didin, ji ber hêviya wan heye ku carek din vegerin Efrîna rengîn. Lê mixabin niha tehdîdek pir mezin li ser welatiyên Efrînê heye û kampên ku bi hezaran koçber têde dijîn, dewleta tirk her roj bi maşokan armanc digire û wan qetîl dike. Dewleta tirk çi bike jî nikare hêviya vegera Efrîniyan di dilê wan de bişkîne. Her wiha Rejîma Baas jî ew sê salin dorpeça xwe dom dike û hemû pêdiviyên jiyanî ya bingehîn li ser me qut dike. Ruxmê tevahî êrîşan jî welatiyên Efrînê ji tunebûnê hebûn afirandin û Şehba bi darê zeytûnê xemilandin. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku bila koçberan biparêzin, li hember êrîşên dewleta tirk sînorek deynin û ji ber sûcên ku pêk anîne dadgeh bikin. Lê belê mixabin hemû cîhan bêdengin û bêdengiya wan jî dibe sedem ku ewqas sivîl bên qetîlkirin."