Hevgirtina NADA li dijî cezayên darvekirinê yê Îranê bang kir

Hevgirtina NADA ya Sûriyê, li dijî cezayê darvekirinê ya rêjîma Îranê li Werîşe Muradî birî, daxuyanî da û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember niheqiyên rejima Îranê dengê xwe bilind bikin.

Qamişlo- Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Li dijî vê biryarê Hevgirtina NADA ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê daxuyanî da.

Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Endamên Rêxistina Kongra Star û Endamên hevgirtina NADA, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê pêk hat.

Daxuyanî, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hiso ve hat xwendin.

Ebîr Hiso got: “Îdiaya ku li dijî têkoşer Werîşa Mûradî tê kirin, têkildarî beşdarbûna wê ya li ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku di pêşxistina hişmendiya civakî de rolek girîng lîstiye û bang li civakê kiriye ku  beşdarî serhildanê bibe û piştgirî bide. Rejîmên otorîter ragihandin û daxwazên demokrasiyê yên jinan wek tawaneke şer dibînin. Di heman demê de  cezayên herî tund li wan kesan ferz dikin ku ne di jêrzemînên zindanan de qêrîna bindestan û ne jî hawara xwepêşanderan li kolanan dibihîzin, ew tenê dixwazin ferz bikin. Bindestî û teslîmiyet ji welatekî ku tenê tava azadiyê lê dibiriqe.”

‏ Banga li saziyên mafên mirovan

Ebîr Hiso got ku “Bi vê boneyê li ser navê Hevgirtina NADA ya Sûriyê, Hevbendiya Jinên Demokrat ên Herêmê, ez dilgiraniya xwe û şermezarkirina cezayê darvekirinê weke navgîna pêkanîna edaletê, weke ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hatiye ragihandin, radigihînim. Her wiha di wê baweriyê de ye ku jiyan mafek e ku nayê girtin û nayê guhertin.” Ebîr Hiso bang li hemû rêxistin, komele, partî û kesayetên jin ên demokratîk û mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina komkujiyên di perestgehên rejîma mela de bi hev re hevkariyê bikin. 

Ebîr Hiso, daxuyanî bi van gotinan bidawî kir:  “Ji ber baweriya me ku guhertin mimkun e ku dengê me dikare cûdahiyek çêbike. Em hemî ji bo avakirina cîhanek bêtir mirovahî û dadperwer şer dikin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.