‘Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe dê têkoşîna me bidome’

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe ya li ser gora Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz de soz da û got: "Heta pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bibe wê têkoşîna me bidome."

Navenda Nûçeyan –  Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hatimogullari li Mêrdînê Sultan Şeyhmus ji aliyê endamên partiyê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin. Tulay Hatimogullari ji aliyê parlamenterên HEDEP û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û bi sedan kesan ve hat pêşwazîkirin, ji wê derê çû navçeya Qoserê. Tulay Hatimogullari, gora Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên 19 sal berê li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin ziyaret kir.

'Bi qasî salên temenê wî gule lê hatin reşandin!'

Tulay Hatimogullari li vir axivî û diyar kir ku ew bûne şahidên zilma li gelê Kurd tê kirin û got: “Yên ku îro ji bo Filistînê hêsirên sexte dirijînin, ji qetilkirina Ûgûr û bavê wî dudilî nebûn. 13 gule berdan zarokekî me yê biçûk ê 12 salî. Me tu carî ev yek qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Ûgûr ji temenê xwe zêdetir bi guleyek hat qetilkirin. Li her temenekî fîşekek hat avêtin. “

'Ên ku hewl didin tola xwe ji kevirên gorê ji axê bigrin tu ferqa wan ji Îsraîlê tune ye’

Tulay Hatimogullari da zanîn ku li çar parçeyên Kurdistanê bersiva êrîşên li ser gelê Kurd hatiye dayîn û wiha got:

“Têkoşîna mînak a gelê Kurd hemû cîhan ronî kir. Têkoşîna azadiyê, têkoşîna nasnameyê, têkoşîna jiyanê, têkoşîna hebûnê ye ku wê ji bo hemû gelên Tirkiye û cîhanê bibe mînak. Ev têkoşîn û berxwedana mînak e ku gelê Kurd rêya hemû gelan ronî dike. Kurd, zarok, jin û mêr jî di nav de mîna dayika Taybet li kolanan hatin qetilkirin. Cenazeyên wan bi rojan nehatin definkirin. Lê belê li xaka me, li erdnîgariya me hem ji aliyê bawerî û hem jî ji aliyê nirxên civakî ve cenazeyên me gelek girîng in. Hevdîtina wan a bi axê re ji bo me pir bi qîmet e lê ew nikarin hevdîtina wan ya bi axê re jî tehemul bikin. Gelek caran kevirên gorên hêja Ûgûr Kaymaz û bavê wî wek gelek şehîdên gelê Kurd perçe perçe bûne. Îro yên ku hewl didin tola xwe ji gorê, ji kevirên tirbeyê, ji vê axê ku li ser hatiye rijandin hilînin, ji Îsraîlê tu ferqa wan tune ye û bêwijdaniya wan xerabtir e. Em vê yekê qebûl nakin.”

‘Dê tekoşîna me bidome’

Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku bîranîna ku ji bo Ûgûr Kaymaz hatiye dayîn tehemûl nayê kirin û wiha pêde çû: “ Belê carekî din bi xerakirina goristanan û ji holê rakirina bîranînan nişandan ku çiqas ji gelê Kurd, ji zarokên biçûk ditirsin. Ûgûrê delal, zarokê biçûk ê delal, birayê min ê biçûk emê welatek wisa avabikin ku, emê Tirkiyek û Kurdîstanek wisa avabikin ku zarokên bi emrê te dê bi zimanê xwe yê dayikê listokan bileyîze. Dê bi zimanê dayikê xwenan bibîne. Dê bi zimanê dayikê lorikan guhdar bike. Wek her zarokên cîhanê dê karibe şekirokan bixwe. Belê emê welatek wisa û Kurdîstanek wisa avabikin. Em li ser gorate carekî din soz didin te. Heya roja demokratîk û azadbûna welat, heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bibe, heta çek bêdeng bin û em behsa aştiyê bikin, têkoşîna me wê bidome."

Piştî Tulay Hatîmogullari dayika Ûgûr Kaymaz Makbule Kaymaz spasiya hemû beşdaran kir û diyar kir ku ew ê dest ji doza xwe bernedin. Bernameya Tûlay Hatimogullari ya li bajêr wê bi civînên gel, bi saziyên sivîl û komên olî re berdevam bike.