Hesaba X'ê ya JINNEWS’ê ya Kurdî hat astengkirin

Hesabê JINNEWS’ê ya li ser platforma medyaya dîjîtal X'ê hat astengkirin. Hesabê ajansê li ser heman platformê ku navê xwe guhert cara 5’emîn hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Hesabê “@KurmanciJINNEWS” a li ser platforma medyaya dîjîtal X'ê a JINNEWS’ê hat astengkirin. Hat diyarkirin ku bê sedem hesab hatiye astengkirin.

Berê hesabên @JinNewsKurdi, @JinnewsaKurdi, @JinnewsKurmanci û @KurdiJinnews jî yên ajansê hatibûn astengkirin. Bi vê girtinê re hesabê Kurdî yê ajansê cara 5’emîn hat astengkirin.