'Herî zêde zarok ziyanê ji ber felaket û krîzan dibînin'

Endama Fakulteya Perwerdeyê beşa Zanistên Derûnî ya zanîngeha Binxazî Fewziyê El-Hadî Selêm diyar kir ku divê piştevaniya ji bo zarokan bê xurtkirin û got: "Herî zêde zarok ziyanê ji ber krîz û felaketan dibînin."

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ

Binxazî – Piştî Bahoza Daniyal a di sala 2023'an de li bajarên peravên rojhilatê Lîbyayê xis, zêdetirî 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran jî koçber bûn. Zarok jî koma herî zêde ji vê bûyerê bêparastin man e û bandor bûne. Di krîz, karesetên xwezayî û şeran de zarok herî zêde bi tevliheviyên psîkolojîk û civakî re rûbirû dimînin.

Li bajarê Derna yê Lîbyayê ku bahoza tax, kolan û avahiyan ber bi deryayê ve bir, zarok di bin şert û mercên herî tirsnak de man. Li gorî nirxandinên UNICEF’ê li ser zarokên ku ji lehiyên ji ber Bahoza Daniyal bi bandor bûne, hat diyarkirin ku ji ber karesetê ji sedî 76 zarokan guherînên neyînî yên tevgerî jiyane û ji sedî 48 hewcedariya wan bi piştgiriya derûnî, psîkososyal û hestiyarî ya berdewam heye.

'Herî zêde zarok ji ber krîz û feleketan ziyanê dibînin'

Endama Fakulteya Perwerdeyê beşa Zanistên Derûnî û Perwerdeyê ya Zanîngeha Binxazî û Seroka Yekîneya Jiyan û Piştgiriya Derûnî ya Navenda Hêviyê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet Fewziyê El-Hadî Salêm da zanîn ku zarok herî zêde ji karesetan bi bandor dibin û got: "Ziyana ku zarok ji van karesatan dikşînin bandorê ji hêla psîkolojîk, civakî û aborî ve, li wan dike. Şer û pevçûnên li Lîbyayê di salên dawî de bandorek girîng a psîkolojîk û civakî li ser zarokên welat hiştiye."

'Keraset bandorên psîkolojîk li zarokan dikin'

Fewziyê Salêm diyar kir ku ji ber keraset û krîzan zarok bi tevliheviyên derûnî re dijîn û wiha pê de çû: "Perwerde û saziyên wê di nava qadên herî girîng de ne ku piştî krîz, şer û karesatên xwezayî, zarok pê re rûbirû dimînin, hevsengiyê diafirînin. Ev karesat bandorên psîkolojîk li ser zarokan çêdikin. Pirsgirêkên weke tirsa domdar, panîk û xewnên tirsnak bi wan re çêdibin. Zarok piştî ku bûyerên trawmatîk dijî, baweriya xwe bi xwe û yên din winda dike. Ev jî bandorê li tevger û rewşa wan a derveyî dike û wan bi berdewamî di nava fikar û stresê de dihêle."

'Divê tevgerên zarokan bên şopandin'

Fewziyê Salêm bang li psîkolog, terapîstên civakî û psîkoterapîstan kir ku di dema rûniştinên rehabîlîtasyona psîkolojîk a zarokan de li ser van xalan bisekinin û hewce ye ku malbat li ser wan û xeterên wan werin perwerdekirin. Fewziyê got: "Divê malbat yekem tevgerên zarokên xwe bişopînin, bi taybetî divê zarokên xwedî pêdiviyên taybet ji psîkolog û psîkoterapîstên pispor re werin şandin. Her wiha diyalog û sohbeta bi zarokan re dibe alîkar ku ew xwe baş îfade bikin."

Rola civaka sivîl di piştevaniya zarokan de

Fewziyê El-Hadî Selêm pesnê rola rêxistinên civaka sivîl di organîzekirina bernameyên hişyarkirin û pêşîlêgirtinê de ji bo bandorên psîkolojîk û civakî yên ku dibe li ser zarokan çêbibin da û bang kir.

Fewziyê El Hadî Selêm diyar kir ku divê çalakî û bernameyên reaksiyonê ji bo zarokên ku trawmayê jiyane pêk bînin û wan teşwîqî beşdarî komên xebatê yên xwebexş bikin û got ku civak di rehabîlîtasyona psîkolojîk a zarok û mezinan  de piştî trawmayê de roleke girîng dilîze.