‘Her ku em dibêjin aştî êriş dikin, em ê serî netewînin'
Xizmên girtî û hikumxwaran ên herî dawî ji bo ku daxwazên girtiyan werin qebûl kirin çûn Enqereyê û gotin: “Her ku em dibêjin aştî ew êriş dikin, em ê serî li ber van polîtîkayan netewînin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg – Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji bo rakirina tecrîdê di 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, ji 4'ê Nîsanê ve weke çalakiya derneketina dadgehê, hevdîtina malbat û telefonê berdewam dikin. Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatan ve ji bo balê bikişînin ser tecrîd û berxwedana li girtîgehan hatin destpêkirin, pêl bi pêl belav bû û veguherî çalakiyên ‘Deng bide Azadiyê’. Xizmên girtiyan diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê li hemû qadên jiyanê di serî de li girtîgehan belav bûye û destnîşan kirin ku ew ê heta dawî li dijî tecrîdê li ber xwe bidin.
Xizmên girtiyan yên ku ji her cihê lê bin dengê xwe bilind dikin, bal kişandin ser wê yekê ku bûyer bûyerek civakî ye û herî dawî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî çûn Enqereyê û xwestin bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Lê belê tu bersiv ji malbatan re nehat dayîn. Dayîkên Geverê bi gotina “Li vî welatî edalet û hiqûq nîne” pêvajo nirxand û bang li hemû gelê Kurd kir ku li dijî desteserkirina maf û azadiyê dengê xwe bilind bikin.
‘Polîtîkayên şer çareseriyê nayne'
Kiymet Dogma, diyar kir ku hikûmetê li dijî gelê Kurd şer îlan kiriye û diyar kir ku gelê Kurd bi israr daxwaza aştiyê ya bi rûmet didomîne. Kiymet Dogma diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên şer têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em ji bo rawestandina xwînê têdikoşin. Divê hemû girtî bên berdan. Dayîk heta Enqereyê çûn lê bi wan re hevdîtin nehat kirin. Êdî bes e wê heta kengê wiha be. Em agahî ji zarokên xwe nagirin. Her car cenazeyek tê. Divê hemû dayîk xwedî li girtiyan derkevin. Em dixwazin dengê zarokên xwe bibihîzin. Em her tim piştgirê zarokên xwe ne. Erdogan dixwaze hîn zêdetir xwîn birije, lê em dixwazin rawestînin. Bi mehan e em rewşa girtiyên xwe nizanin. Ya tê pêkanîn îşkenceye, ger berê bûya wê erd hejiyaba lê herkes kor û ker e. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe bidin. Em ê ne bêdeng bimînin, ne jî îşkenceyên wan qebûl bikin. Weke dayîk em ê her tim li qadan bin.”
‘Em ji bo çareseriyê gavan diavêjin’
Dayîka Aştiyê Nurten Sancak jî yek ji dayîkên çûye Enqereyê ye. Nurten Sancak, anî ziman ku ji bo daxwaza aştî û muzakereyê çûne û got: “Em ji bo girtiyan çûn Enqereyê. Em weke dayîkên ku êşiyayî dixwazin ev îşkence bi dawî bibe. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ev xwînrijandin û mirin wê heta kengê bidomin? Ev pirsgirêk bi mirinan çareser nabe. Dema ev îşkence û tecrîd bi dawî bibe wê ev pirsgirêk çareser bibe. Werin em bi hev re ji vê pirsgirêkê re bibêjin bes e. Her roj bi ser malên malbatan de tên girtin û her roj ciwan tên binçavkirin. Em mafên xwe dixwazin. Em jiyanek azad dixwazin. Em li pey doza xwe ne û em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin. Gelek dayîkên ku krîza dil derbas kirin û bi daxwaza aştiyê jiyana xwe ji dest dan hebûn. Bi salan e di nava vê qeyranê de siyasetê dikin. Em van qebûl nakin û dibêjin rawestin.”
‘Em ê li hemberî van polîtîkayan serî netewînin’
Misîrhan Çuruh diyar kir ku ew ê li dijî pêvajoya ku diqewime bêdeng nemînin û li berxwe bidin û destnîşan kir ku ew ê her tim ji bo girtiyan li qadan bin. Misîrhan Çuruh destnîşan kir ku bi salan e tu encamek bi dest nexistine û wiha got: “Em ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesî çûn Enqereyê. Me got dibe rewşa dayîkan fam bikin em çûn wir. Me li wir aştî xwest, me xwest ev zext bi dawî bibin. Lê bersiv nedan daxwaza me ya aştiyê. Bi salan e heman tiştî dikin û êdî em ji wan matmayî namînin. Ne edalet û ne jî hiqûqa wan heye. Ne dengê me, ne jî dengê girtîgehan nabihîzin. Tevî wan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Erê, em aştî û edaletê dixwazin, lê em ê serî li ber van zextan netewînin. Heta ev bi dawî bibin em ê li ser lingan û li ber xwe bidin. Em ji Geverê derketin û ji bo rawestandina vê xwînê çûn wir. Lê dema tê axaftinê, dibêjin Kurd şer dixwazin, lê yên ku bi rastî şer dixwazin ew in. Yên zimanê me, maf û vîna me qedexe dikin ew in. Ji vê dewletê re tiştekî ku mirov bibêje nîne. Bi edaleta xwe ya ku nîne her tiştî dikin. Em bi saetan li ser wan keviran rûniştin û bi saetan li bendê man. Têkoşîna ku me li wir da meşandin, li vir berdewam dike. Em serî natewînin û em bi zarokên xwe re ne.”