Hemû pêvajoyên şer ê Til Temirê jiya: Berxwedana me didome
Hemdiya Kûtê pêvajoyên şer û êrişên li ser Til Temirê û berxwedana heyî bi bîr xist û got: "Bihêz û rihê hevrê Îvana Efrîqî û Şamîrama Aşûrî û Hebûna Kobanê planên hêzên hegemon ên dagirkirina Til Temirê hatin têkbirin."
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Bajarê Til Temir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera salên 1933-1935’an de bi destên Aşûrî û Kurdan hatiye avakirin. Di serdema nûjen de gelê wê li hemberî rejîma Baasê, Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê berxwedaniyek bêhempa raber kir. Ev yek piştî ku Sûriye ket pêvajoya şerê çekdarî, pêk hat. Til Temir bajarê biçûk e xwedî stratejiyek gelek girîng e di Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Li vir gel bi pêşengiya jinan bi hêza ku ji berxwedaniya rojên destpêkê girtiye, li hemberî êrişên dewleta Tirk têkoşîna parastina destkeftiyên xwe didomîne.
Li ser pêvajoyên şer û êrişan ji şêniyên Til Temirê Hemdiya Kûtê ji me re axivî.
Êrişa destpêkê reva rejîmê û dorpêç!
Hemdiya Kûtê pêvajoya rizgarkirina bajar ji rejîma Sûriyeyê û dorpêçkirina wê ji hêla çeteyên Cebhet El-Nusra ve bi bîr xist û got: "Sal 2012’an meha Cotmehê bû, di wê mehê de çeteyên Cebhet El-Nusra xwe li Serêkaniyê û derdora Til Temirê bihêz dikirin. Wê demê hê rejîm li Til Temirê serwer bû. Têkilî di navbera Cebhet El-Nusra û rejîmê de hebû, planekî wiha hebû ku her du alî jî êriş bikin û gel di serî de gelê Kurd qir bikin. Gel û şervanan bi hev re êrişa çeteyan ji aliyekî ve şikandin û piştre rejîm ji herêmê reviya. Lê çeteyan careke din ji her çar aliyan ve Til Temir xistin dorpêçê, riyên ketin û derketina ji bajar girtin û dorpêç nêzî mehekê domiya. Ne bijîşk ne derman nema, av Ii ser bajar hat qutkirin û firneyên nan rawestiyan, bi kelandina ava tehl me tîbûna xwe dişikand. Piştre bi hêza şervanan û gel dorpêç hat şikandin. Cesareta berxwedanê ya ji wir hat girtin; bi hevgirtna li hemberî êrişên çeteyan û dagirkerên îro xwe dide der. Ji mêj ve me biryar da ku em ê heta dawî bajarê xwe biparêzin."
Êrişa 23’ê Sibata 2015’an bi dirûşma 'Berxwedan Jiyan e' têk çû
Hemdiya Kûtê da zanîn ku Til Temir her dem di nava agirê êrişan de bû, çirûska berxwedanê ku her dem di dawî de bi serkeftinê berxwedana xwe tacîdar dikir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li vir dayikan zarokên xwe kirin qurbana vê axê, keç û kurên xwe bi destên xwe tevli şoreşê dikirin. Parastina deriyê Cizîrê û Firatê ango Til Temirê gelekî girîng bû, bi qasî stratejiya wê neteweyan bi hevgirtineke qewîn parastina wê kirin. Ji jinên destpêkê yên li ser vê axê jî li hemberî êrişên Cebhet El-Nusra şehîd bûn jî Arjîn Cûdî û Hêvîdar Dêrik bûn. Ji lewre êrişên li ser Til Temirê pêvajo pêvajoyek din bi xwe re anîn û heta roja îro êriş nesekinîne.
Êrişa 23’ê Sibata 2015’an nayê jibîrkirin ku çete ji Dêrazorê heta Çiyayê Kizwanan û ber bi navenda bajarê Til Temir ve hatin. Li vir, her kesê xwe bi çek kir, sivîl neman her kes li gorî şerê gelê şoreşgerî tevgeriya, yên ku nikaribûn çekê rakin birîndar derman dikirin û xwarin ji şervanan re çêdikirin. Berxwedaniyeke 3 mehan bi diruşma Berxwedan Jiyan e, bi serkeftinê hat tacîdarkirin. Ala serkeftinê li vir bi lehingiya şehîdan bilind bûye heta roja îro. Ji lewre bajarekî wiha wekî mozayîka gelan tê pênasekirin, heta roja îro bi êrişan re rûbirû tê."
'Bi qasî ku biçûk e dîrokî û stratejîk e û cihê netewperestî û nijadperestiyê lê tune ye'
Hemdiya Kûtê sedema berxwedana dîrokî ya ku gel û şervan didin meşandin wiha anî ziman: "Ev ne tenê ax e, dîrok û hebûna me ye. Li vir, li ser vê axê zarokên me jiyane û hestiyên miriyên me di bin vê axê de ne. Ji lewre girêdana bi axê re ji vir tê, ji ber ku dayikan zarokên xwe spartine dilê vê axa pîroz. Ya din Til Temir bajarekî girîng e, ji ber riya M4 wê dike du beş û li ser çemê Xabûrê hatiye avakirin û çemê Zirganê jî wê dike du beş. Di navbera pêkhateyan de jî dijminahî tunebû, Aşûrî weke Kurd û Ereban dijiyan. Bi qasî ku biçûk e lê dîrokî ye û bi pir rengî û pirzimaniya xwe jî dewlemend e. Ji qehra nava xwe dewleta Tirk a dagirker, ava çemê Xabûrê qut kir. Bêyî netewperestî û nijadperestî hebe, her kes bi awayekî aştiyane dijîn. Tîfaqa pêkhateyan hişt ku îro bajar li ser xwe bimîne."
'Xwîna şervanên Aşûrî Kurd Ereb û Ewropayî li Til Temirê bû yek'
Hemdiya Kûtê têkoşîna jinan û pêşengiya wan a ji berxwedanê re bi bîr xist û got: "Dayikan xeta duyemîn û şervan jî xeta yekemîn digirtin û wiha parastin û berxwedaneke bihêz çêdibû. Li gel parastinê jin gihîştin asta şehadetê jî. Jinan şehîd û birîndar paqij û derman kirin. Jin wekî perperîkê ji wî qaşilî derket û êdî fêm kir êrişa rû dide wê hedef digre ji lewra êdî têkoşîna xwe jî li gorî wê dest pê kiriye. Ji ber ku jin ne îro ye bi êrişên qirkirinê re rûbirû ne, ji dîrokê ve jin bi qetilaman re rûbirû ne. Jin serhildêr e, koletiyê ji xwe re napejirîne ew jina ku rastiya êrişan fêm kiriye. Li vir xwîna jinan bû yek, xwîna jina Aşûrî, Kurd, Ereb û Ewropî li ser vê axê rijiya û bi vê boneyê jî em Îvana Hoffman a Efrîqî ku li Til Temirê canê xwe da bi bîr tînin. Îvana Hoffman navê wê di dîroka berxwedana Til Temir û Şoreşa Jinan de hatiye nivîsandin."
‘Emerîka û Rûsya ne garantor in berjewendîperest in’
Hemdiya Kûtê bal kişand ser hêzên garantor ên li Til Temirê û wan berjewendîperest pênase kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Emerîka û Rûsya ne garantor in berjewendîperest in û destekê didin Erdogan. Erdogan bi tena serê xwe nikare planeke wiha pêk bîne, Heleb mînaka vê yekê ye. Her tişt bi erêkirina Emerîka û Rûsyayê li vir çêdibe, her dagirkirinek çêdibe bi çirayên wan yê kesek pêk tê. Em hêzên garantor ji xwe re wekî palpişt nabînin, ji ber êrişên hewayî û bejahî hemû jî bi kordînat çêdibin û qada hewayî her dem ji dagirkeran re vekiriye. Emerîka ne ji bo çavên Kurdan ê reş li vir e, ew ji bo ku Îranê bê bandor bike li vir e, Rûsya jî ji bo Sûriyeyê. Ji lewre ger em bihêz bin, wê kes nikaribe me têk bibe ji ber ku me bi vê hêza xwe ya niha cîhanê û hêzên hegemon tirsandiye. Em bi saya şoreşê bihêz bûn û bi felsefeya Rêber Apo heta niha hene. NATO, Tirkiye, Rûsya û Emerîka berjewendîperest in, ji lewre îro fersendeke me heye û divê ku em wê qezenc bikin."
Dualîtiya hêzan û plana Mîsaqî Milî
Hemdiya Kûtê li ser bilindkirina ala Tirkiyeyê li ser keleha Helebê durûtiya Erdogan wiha axivî "Li ser hesabê gelê Kurd, koçberkirin û wêrankirina axa wan îro dewleta Tirk êrişan pêk tîne û yê ku alîkariya wan jî dike Emerîka ye. Ger hevalbendên Erdogan nebûna îro ala Tirkiyeyê li ser keleha dîrokî ya Helebê nedihat daliqandin. Ji lewre bangewaziyek min heye lê ne ji hêzên hegemon ên ku ne exlaq û ne jî mirovahiyê nas dikin, banga min ji gel û neteweyan re heye; xwedî li gelê berxwedêr û koçberan derkevin. Banga min ji gelê Kurd re heye ku bibin yek û bibin palpişt ji hêzên xwe yên parastinê re.
Ewqas salên şoreşa Kurdistanê çêbûn, li Ewropayê bi sedan raporên binpêkirina mafên mirovan û dosya çûne ber destên NY û saziyên hiqûqî lê heta niha li hemberî dewleta Tirk tu doz nehatine vekirin û pirsa; Erdogan tu li dijî wan Kurdan çi dikî, nehatiye pirsîn. Dualîtiya hêzên garantor di vir de xwe dide der, Erdogan dixwaze bi van êrişan Mîsaqî Milî pêk bîne û heta Mûsil û Kerkûkê biçe. Lê li ser hesabê Kurdan vê dike. Yên ku ruh ber didin bedena Tirkiyeyê ya mirî Rûsya û Emerîka ne. Erdogan daxuyaniyan dide û dibêje haya min ji şerê li Helebê tune ye lê pirsa min li vir ew e ku ev çi ala Tirkan e li ser kelaha Helebê?"
'Emerîka çavên xwe ji çeteyên ku xistine lîsteya terorê re digre'
Hemdiya bi vê pirsê axaftina xwe berdewam kir û got: "Qaşo Cebhet El-Nusra li ser asta cîhanî di lîsteya terorê de ye lê di vir de Emerîka çi dike? Çima çav li kiryarên wan ên li dijî gelê Kurd digre? Pêwîst e her kes xwedî li hêz û vîna gel derkeve. Xwedî li keda salan û hestiyên dapîr û bapîrên xwe yên di vê axê de weke rehên daran xwe kûr berdane, derkeve û dîrok û erdîngariya ku şoreş lê pêk hatiye biparêze."