Hemşîre Aya Al-Ajla ya Xezayî: Em ê jiyana xwe ji nû ve ava bikin

Hemşîre Aya Al-Ajla ku li Xezayê li aliyekî hewl dide sê zarokên xwe biparêze, li aliyê din jî ji bo tedawîkirina birîndaran erka xwe dike got: “Helbet wê rojekê ev şer bi dawî bibe, tevî hemû zehmetiyan em ê jiyana xwe ji nû ve ava bikin.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin, bi taybetî jin û zarok neçar dimînin di bin şertên zehmet de jiyana xwe bidomînin. Hemşîre Aya Al- Ajla li taxa Shujaiya ya Xezayê dijî û piştî dagirkirina taxa wê, li dibistana ku bûye cihê tendirustiyê dixebite, tevî hemû tirsê hewl dide li jiyanê bimîne.

Aya Al-Ajla tiştên jiyane ji ajansa me re anî ziman û got: “Mala min li gel dibistanê ye û tevî êrişên Îsraîlê, ez sê zarokên xwe bi tenê dihêlim û hewl didim tişta ku dikeve ser milên min pêk bînim. Tedawîkirina birîndaran ji bo min erkek mirovî ye û ez meydanê ji hemû êrişan re dixwînim, erkên xwe bi cih tînim. Her dem dengê bombebaranê tê, ez dayik im fikarên min hebin jî erka min ji tirsa min mezintir e.”

Aya Al-Ajla da zanîn ku birîndar û nexweşan tedawî dike, ji ber êrişên hêzên Îsraîlê ev demek e têkiliya wê bi malbata wê re qut bûye û wiha got: “Herêm bi temamî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû dagirkirin û riya ku diçû mala min gelek dirêj bûbû. Ez nediçûm malê, li hêviyê bûm ku hêzên Îsraîl şûnde vegerin. Malbata min xwest ez li cihê xwe bimînim lê belê hestên dayiktiyê ji hemû pêşniyar û hişyariyan bihêztir bûn. Ez ji bo zarokên xwe tirsiyam û min ev xetere da ber çavên xwe. Ez derketim min biryar da biçim gel wan. Xwîna birîndaran bi unîformaya min ve bû. Ez ber bi malê ve dimeşiyam û tangên Îsraîlê li kolanê digeriyan. Kolan tije cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû, her cih hilweşiyayî bû.”

Zarokên xwe ji nava xirbeyan derxist

Aya Al-Ajla di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Her gava ku min diavêt fikar jî li gel min zêde dibû. Min rêveçûna xwe berdewam kir û ketim nava kolanan, di cadeya navend de leşkerên Îsraîlê li her tişta ku tevger dikir gule berdidan. Dema gihîştim malê tax veguherîbû kavilan. Di nava kavilan de dûman bilind dibû. Li erdê şopên xwînê hebûn û tangên Îsraîlê li gelek xalan rawestiyayîbûn. Ji bo yên ku li taxê sax mabûn bikujin rawestiya bûn. Min rêveçûna xwe ya bi lez domand û dema gihîştim malê destên min di lerîzîn min derî vekir. Zarokên min di aliyek biçûk de di bin masayek darîn a kevin de xwe veşartibûn. Di çavên wan de tirs hebû, rûyê wan sar bûbû, ji rondikên çavên wan. Min ew hembêz kirin û hewl da wan aram bikim. Dema bêhnvedanê nebû û metirsî hê berdewam dikir. Min tenê zarokên xwe ji malê girt û hewl da ji wê derê dûr bikevim. Ez gihîştim cihekî bi ewle. Ji ber ku min dikaribû wan bi awayekî ewle ji wê derê derbixim hestên min germ bûn û dilê min bi aram bû.”

‘Mala min a ku bi salan min ava kir bû xwelî’

Aya Al- Ajla anî ziman ku gihîştine stargehek li rojavayê Zîvala Xezayê û wiha got: “Ev cih tije malbatên ku ji herêmên din ji cihê xwe bûne bû. Rûyê ku li wê derê heman êş û heman tirs li wan bû, her yek ji wan xwedî çîrokek cuda bû. Min ji zarokên xwe re got wê her tişt asayî bibe. Ne gengez bû ku em vegerin jiyana xwe ya berê, wê ne asan jî be ez baş dizanibûm lê ji bo ku hinek rehet bibin min wisa got. Di stargehê de piştî bi rojan em man hêzên Îsraîlê ji taxê vekişiyan û ez çûm min li mala xwe mêze kir. Dîmenê ku min dît, ji tiştên min xeyal kiribûn zêdetir bû. Mala min bi temamî hilweşiyabû. Mala ku bi salan min bi keda xwe ava kiribû êdî bûbû xwelî. Hemû bîranînên min ên li gel zarokên min tune bûbûn. Êdî şansa me ya vegerê nemabû.”

‘Tevî hemû zehmetiyan em ê jiyana xwe ji nû ve ava bikin’

Aya Al- Ajla destnîşan kir ku piştî demekê tiştên hatine jiyîn qebûl kiriye û herî dawî wiha got: “Şer hemû tiştên min ji destên min girt lê belê min hêviya xwe winda nekiriye. Helbet wê rojekê şer bi dawî bibe, her tişt normal bibe. Her çendî rastî berovajî be jî ez dixwazim hêviya xwe biparêzim û ez di wê hêviyê de me ku edalet dê cihê xwe bibîne. Tevî hemû zehmetiyan em ê jiyana xwe ji nû ve ava bikin.”