Hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ bi çalakiyan didome

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Mehmûd bang li jinên herêmê kir ku tevli çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.

DELAL REMEDAN

Hesekê - Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bi hemleya “Dema dema azadiyê ye” di 13’ê Îlonê de ji aliyê însiyatîfa gel a herêma Firatê ve bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” hatin destpêkirin didomin.

‘24 sal in Rêber Ocalan di bin mercên giran de dijî’

Der barê bernameya hemleya “Dem dema dema azadiyê ye” de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Mehmûd got: “Ji dema girtina Rêber Abdullah Ocalan ve heta roja îro dagirkeriya Tirk hemû cureyên binpêkirinê mafên mirovî li dijî wî dike, weke ferzkirina tecrîda giran û hemû cureyên cezayan û nahêle malbat û parêzer wî bibînin. Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in di zindanê de ye. Dibe ku girtî be, lê fikrên wî azad in. Ew kêliyek jî ji me dûr neket. Hemleya “Dem dema azadiyê ye” ne tenê du sal in dest pê kiriye daxwazên azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan her dem hebûn.”

‘Êrîşên li ser gelên li herêmê zêde dibin’

Rîma Mehmûd axaftina xwe wiha domand: “Dema em daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin dibînin ku êrîşên li ser gelên herêmê zêde dibin bi taybetî yên dagirkeriya Tirk ku xak û zarokên me hedef digrin. Fikir û baweriyên Rêber Ocalan bi girtina wî bi dawî nabin. Ew di dil û mejiyê me de kûr bûne ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan fikir û doza me kir yek û banga azadiya jinan kir, hêz ji bo em, em îro bi saya wî dikarin daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.”

Di çarçoveya hemleyê de xebat didomin

Rîma Mehmûd anî ziman ku pengava Dem Dema Azadiyê Ye’ ya ji sala 2019’an ve hatiye destpêkirin bi çalakiyan didome û got: “Çalakiyên destpêkê dê serdana malbatên li gund û bajarokên kantona Hesekê bin. Armanca me bi serdana gelê gundan û bajarokan ew e ku em gel bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan bidin naskirin ku azadiya wî çareseriya doza gelê Kurd e û çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn e. Her wiha dê gelek civîn di asta kantona Hesekê de bên lidarxistin û tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin dê bê nîqaşkirin.

Konek li bajarê Hesekê ji 26 heta 27’ê vê mehê dê were vedan û hemû gelên gundan û bajarokan û kampên kantona Hesekê dê tevlê bibin. Bi xwepêşandana bi şevê bi dawî bibe. Li navçeya Şedadê jî 25’ê mehê dê koneke din bê vedan. Bajarokê Arîşe û Merkede jî dê tevli bibin li gel rûspiyên eşîrên Ereb û gelê herêmê. Di 23’yê Îlonê de li bajarokê Til Temir tevli navçeye Zirgan dê xwepêşandanek bê lidarxistin.”

Banga beşdarbûna çalakiyan

Rîma Mehmûd bang li hemû gelên herêmê kir ku tevli van çalakiyan bibin û got: “Divê hemû gelên herêmê yên azadîxwaz bi taybetî jinên ku xwe di fikir û felsefeya Rêber Ocalan de dîtine tevli çalakiyan bibin, ji bo azadiyê çi ji destên wan were bikin.”