Hemasê 12 rehîne serbest berdan

Di peymana pevguhertina girtiyan de, Hamasê 12 girtî serbest berdan.

Navenda Nûçeyan –  Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Mecit El-Ensari li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derbarê peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de daxuyaniyek da. Mecid El- Ensari diyar kir ku 10 girtiyên Îsraîlî yên li Xezayê radestî rayedarên Xaça Sor hatin kirin da ku vegerin welatê wan. Berdevk diyar kir ku di çarçoveya peymanê de Îsraîl dê îro 30 girtiyên Filistînî serbest berde.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 12 girtiyên ku 10 ji wan Îsraîlî û 2 ji wan welatiyên welatekî din in, radestî Xaça Sor hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rayedarên Xaça Sor 12 girtî veguhestin Misrê û niha ber bi axa Îsraîlê ve diçin.