Hêlîn Umît: Niha dema fêmkirina rast û pratîzekirina Rêbertiye
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û diyar kir ku PKK ji dema destpa avakirina xwe ve di nava nêrîneke cîhanê ya diyar de şêwe girtiye û got: “Niha dema rastfêmkirin û pratîzekirina Rêbertiye ye.”

Navenda Nûçeyan – Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 232 delegeyan pêk hat. Hemû delegeyan bi yekdengî biryara bidawîkirina karên bi navê PKK'ê tên meşandin, dan.
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît li ser kongreyê nirxandin kir.
Hêlîn Umit bal kişand ser derketina pêvajoya PKK’ê û wiha got: “Îdeolojiya PKK’ê ya ji dema destpêkê ve heya niha, em nikarin bibêjin çima wiha bû. Di nava şert û mercên cîhanê de şêwe girt û karakterê xwe wiha qezenc kir. Ew ji ber xwezaya xwe wiha bû. Em bifikirin mesela di wê demê de, dahûrandina dewletê, dîrok yanî plana li paş îdeolojiya me hê nehatibû vê qonaxê. Di encama xebat, ked û hewldanên Rêbertiyê de riyeke nû ya ji sîstema netewe dewletê ya cuda, hat vekirin. Riyeke nû ya azadiyê hat vekirin. Divê mirov vê baş fêm bike û xwedî lê derkeve.”
Hêlîn Umît têkildarî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xistiye divê çawa were şîrovekirin ev tişt got: “Ger em rast û bi zanebûn Rêbertî fêm bikin, em ê bi berpirsyarî û bi kûrbûn tevlî pêvajoyê bibin.
‘PKK’ê di nava nêrîneke cîhanê ya diyar de şêwe girt’
PKK ji dema destpêkê ya avakirina xwe ve di nava nêrîneke cîhanê ya diyar de şêwe girt, ava bû û têkoşîn meşand. Weke hevalan jî anîn ziman, vê têkoşînê geşedanên destanî derxist holê. Tenê ji bo gelê Kurd na, ji bo gelên cîhanê riyeke nû ya azadiyê, hêviyeke nû ya azadiyê ava kir. Me hemûyan ji vê heqîqetê para xwe girt. Em pê serbilind bûn û serbilind dibin.
Gelo ev ê bi PKK’ê re berdewam kiribûya? Piştî pêvajoya 2000’î ev yek hat nirxandin. Şert û merc û zemînê vê yekê hebû. Lê niha pêvajoya ku em di nav de ne divê mirov tenê li ser dualîteya serkeftin û binkeftinê nenirxîne. Li ser qonaxa cîhanê ya niha, hevsengiyên siyasî yên hatine guhertin, geşedanên zanistî, geşedanên zanist-teknîkî jî binirxîne.
‘Niha dema pratîkê ye’
Hêlîn Umît di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Rêbertî got, 'ez bi kelecan im.' Ez jî bi vê kelecanê me. Ev pêvajo bi gelek pêlên hestan derbas bû. Pêvajoyek bû ku fikar, bêbawerî, bendewarî, di rapora me de jî hat behskirin şerê psîkolojîk û taybet pir zêde bû. Yanî bi wê wateyê re pêvajoyeke ku me bi hestên rasterast jiya, nebû. Lê belê Rêbertî dibêje ez bi kelecan im û ez ji bo guhertinê pêwîstî dibînim. Li ser navê xwe jî û ji aliyê têkoşînê ve jî ez pêwîstiyê dibînim. Niha dema wê yekê ye ku em vê rast fêm bikin û bixin pratîkê. Ez soza vê yekê dikarim bidim, ez ê bi hêza xwe zêdetir Rêbertiyê rast fêm bikim û di pêvajoya pêş me de ez ê xwedî li hemû wezîfeyan derbikevim û tevlî bibim.