Hêjmara miriyên erdheja li Mexrîbê zêde dibe

Hat ragihandin di erdheja bi pileya 7’an a ku li Mexrîbê pêk hat de hîjmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 12’an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 59’an.

Navenda Nûçeyan- Hêjmara kesên ku di erdheja bi pileya 7 a ku navenda wê Mexrîb di 8’ê Îlonê li herêma El-Huz a Marakeşê bû, jiyana xwe ji dest dan, her ku diçe zêde dibe. Wezareta Karên Navxweyî ya Mexrîbê ragihand ku hêjmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 12’an.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hîjmara birîndaran derkete 2 hezar û 59’an û ji vana hezar û 404 kes bi giranî birîndar bûne. Hat ragihandin ku mirin li herêmên El-Huz, Tarudant, Şîşawa, Verzazat, Marakeş, Azila, Agadir, Kazablanka û Yusifiyeyê hatine tomarkirin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Hêzên Çekdar ên Mexrîbê, hikûmetên herêmî, hêzên ewlehiyê û ekîbên parastina sivîl li welêt dewam dikin. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên erdhejê hemû rê hatine seferberkirin.

Qralê Mexrîbê Muhammedê 6. ji ber erdheja pêk hat û gelek kesan jiyana xwe ji dest da dûh şev li welêt 3 roj şîn îlan kir.