Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 37 hezar û 598

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya li Xezaye ji 7’ê Cotmeha 2023’yan hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bûye 37 hezar û 598.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an dest pê kiriye heta niha gihîştiye 37 hezar û 598 kesan. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezaye hat dayin de hat diyarkirin ku di 3 êrişên arteşa Îsraîlê yê di 24 saetên dawî de 47 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 121 Filistînî birindar bûn. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka şer û vir ve li axa Filistînê 86 hezar û 32 kes birîndar bûne.