Hejmara kesên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 574’an

Di erdheja bi pileya 7,7’an ku li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat, li Sûriyeyê jî bû sedema hilweşandinek mezin. Hat ragihandin ku li gelek deverên cuda yên welat herî kêm 574 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Erdheja bi pileya 7,7’an ku li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat, li Sûriyê bû sedema hilweşandinek mezin. Hat diyarkirin ku li Sûriyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 561’an û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî didome.

Erdhej li parêzgehên Heleb, Idlib, Hama, Laziqiye, Tartûs û Reqayê ya Sûriyeyê jî bi tundî hat hîskirin û hilweşandinên mezin pêkhat. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANA’yê cih digre, di erdhejê de hejmara kesên ku li parêzgehên Heleb, Hama û Laziqiyê yên li herêmên di bin kontrola rejîmê de jiyana xwe ji dest dane gîhîşt 371’an û hezar û 89 kes jî birîndar bûn.

Li cihên niştecihbûnê cuda yên Bakurê Sûriyeyê herî kêm 203 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî vê yekê, li Idlibê 100 sivîl û li gundewarê bakur û rojavayê Efrîn û Helebê jî herî kêm 103 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.