Hejmara kesên li Moskowê mirin bû 93: 11 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin hejmara kesên di êrîşa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan bû 93 û hejmara birîndaran jî bû 121. Hate diyarkirin ku dibe hejmar zêde bibe û têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê girt ser xwe de 11 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Di êrîşa li salona konserê ya bi navê ‘Crocus City Hall’ a li Moskowayê de ku çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyariya êrîşê girtibûn ser xwe, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Moskowê, derbarê êrîşê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di êrişê de 93 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî bû 121. Her wiha hate parvekirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 3 zarok jî hene.

Dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe

Waliyê Moskowê, da zanîn ku dê nasnameyên kesên di êrişê de hatine qetilkirin di saetên pêş de bên eşkerekirin. Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Komîteyê, diyar kir ku sedema mirina kesên jiyana xwe ji dest dane, ji ber birîndarbûna çekê û jehrîbûna di encama şewatê de ye.

11 kes hatin girtin

Di lêkolîna cihê bûyerê de hat destnîşankirin ku di êrişê de çekên otomatîk hatine bikaranîn û muhîmatên êrişkaran hatine destesekirin. Her wiha hat diyarkirin ku êrişkaran ji bo şewitandina avahiya eywana konserê madeyeke şewatê bi kar anîne.

Seroka Servîsa Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnikov, ragihand 4 kesên ku rasterast tevlî êrîşa li avahiya Crocus City Hall bûne jî di nav de bi giştî 11 kes hatine girtin.