Hejmara kesên li Kartalkaya jiyana xwe ji dest dan derket 76’an

Hejmara kesên ku di şewata otela Kartalkaya ya li Bolûyê de jiyana xwe ji dest dan derket 76’an. Têkildarî şewatê 9 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên di şewata otela Kartalkaya  bajarê  Bolûyê ya Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 76’an.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya diyar kir ku di encama şewatê de xwediyê kargeh jî di nav de 9 kes hatine binçavkirin. Alî Yerlîkaya, diyar kir ku otela ku lê şewat derketiye 12 qat û 238 mêvanên qeydkirî bûn û diyar kir ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane nasnameya 56 kesan hatiye tespîtkirin û cenazeyên 45 kesan jî radestî malbatên wan hatine kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku banga dawî wê di 22’ê Çile de bê kirin û got: “Em ê herî zêde di nava 10 rojan de lêpirsîna îdarî biqedînin. Dema ku em encamên lêkolîna îdarî bi raya giştî re parve bikin, dê hemî pirs bêne bersivandin.”