Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan bû 11

Hejmara kesên di şewata li Çinarê û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 û 78 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên di şewata li navçeya Çinara Amedê û li navçeya Şemrexa Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 kes.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 11. Fahrettîn Koca her wiha da zanîn ku hejmara birîndaran jî 78 kes in û tedawiya wan li nexweşxaneyan berdewam dike.