Hejmara kesên di şerê Îsraîl-Filistînê de jiyana xwe ji dest dan 2400 derbas kir

Şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 6’an de berdewam dike. Hejmara herdu aliyên ku di êrîş û şer de jiyana xwe ji dest dane bi giştî 2 hezar û 400 derbas kiriye. NY’yê diyar kir ku li Xezayê zêdetirî 338 kes ji cih û warên xwe bûne.

Navenda Nûçeyan- Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de her roja ku diçe mezin dibe. Hamasa ku di 7’ê Cotmehê de êrîşa li dijî Îsraîlê dest pê kir, piştî operasyona ‘Tufana Aksayê’ pevçûn û bombebarana Îsraîlê li dijî Xezayê berdewam dike. Dijwariya şer her roja ku diçe zêde dibe. Li Xezayê dîmenên hilweşîna ji ber bombebaranê di nûçe û medyaya adîjîtal de jî xwe dide der. Li Xezayê ambargoya kehrebe, av û mazotê bilançoyê zêdetir dike. 

‘Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok bûn’

Wezîrê Tendirustiyê yê Xezayê da zanîn ku hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 1200’an. Hejmara birîndaran jî nêzî 5 hezaran e. Wekîlê wezîrê tendirustiyê Dr. Yusuf Eburriş li nexweşxaneya Şifayê lêkolîn kir, piştî lêkolînê daxuyaniya çapemeniyê da û got: “Hejmara şehîdan gihîştiye 1200’an. Hejmara birîndaran jî gihîştiye 5 hezaran. Piraniya birîndaran kesên zarok, jin û kesên temenê wan mezin e.”

NY: Hejmara kesên ji cihê xwe bûne zêdeyî 338 hezaran e

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UNOCHA) aşkere kir ku hejmara kesên li Xezayê ji ber bombebarana Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne zêdeyî 338 hezaran e. Di daxuyaniya nivîskî ya li Ofisê hat dayîn de ji dema şerê Îsraîl û Filistînê dest pê kir heta niha zêdeyî 338 hezar Filistînî neçar mane ji malên xwe derbikevin. Di daxuyaniyên ku berê hatin dayîn de hatibû diyarkirin ku 220 Filistînî li tesîsên girêdayî Ajansa Alîkariya Koçberên Filistînê ya NY (UNRWA) bi cih bûbûn.

Li Cenînê serdagirtin

Li aliyê din artêşa Îsraîlê di saetên sibehê de bi ser bajarê Cenînê yê li Bakurê Şariaya Rojava de girtine. Şahidan diyar kir ku hêzeke mezin a leşkerên Îsraîlê ji gelek xalan ketine bajarê Cenînê. Ên ku xwestin vê serdegirtinê asteng bikin, Îsraîlê bi guleyan bersiv da wan. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên ji rêveberên tevgera Hamasê Halid El-Hac hatiye binçavkirin. 

Ji wezîrê Tendirustiyê yê Îsraîlê daxuyanî hat dayîn

Wezîrê Tendirustiyê ya Îsraîlê bîlançoya birîndarên şerê Îsraîl- Filistînê ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kir heta niha birine nexweşxaneyê parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin 3 hezar û 268 birîndar sewqî nexweşxaneyan kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku duh li nexweşxaneyê 443 birîndar tên tedawîkirin, ji wan rewşa 105’an giran e. Di heman demê de li gorî saziya fermî ya weşanê ya Îsraîlê KAN’ê, da zanîn ku hejmara Îsraîlên ku jiyana xwe ji dest dane 1200, hejmara birîndaran jî 2 hezar û 900’e.