Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 38 hezar û 98

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin, di 48 saetên dawî da 87 kes zêde bû, gihîşt 38 hezar û 98’an.

Navenda Nûçeyan - Êrişên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê di roja 274’an de didomin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê encamên êrişan de daxuyaniyeke nivîskî da.

Hat ragihandin ku Îsraîlê di 48 saetên dawî de li gelek deverên Xezayê 7 ‘komkujî’ pêk anîne û di van êrişan de 87 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 260 kes jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrişên li ser Zîvala Xezayê da hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 38 hezar û 98, hejmara birîndaran jî bûye 87 hezar û 705.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hê jî cenaze di bin xirbeyan de û li kêleka rê hene lê ji ber êrişan nikarin xwe bigihîjînin wan