Hejmara kesên di erdhejên Japonyayê de mirin gihîşt 128’an

Hejmara kesên di erdheja bi pileya 7,6 ya li Japonyayê pêk hat de mirin gihişt 128’an û hejmara birîndaran jî gihişt 560’an. Li herêma ku tê payîn berf bibare, xebatên lêgerîna 195 kesan didome.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên ku di erdheja di navbera dîroka 1-4’ê Çileyê de li eyaleya Işikawayê ya li Japonyayê pêkhat de mirin gihişt 128’an û hejmara birîndaran jî gihişt 560 kesan. Xebatên lêgerîna 195 kesên windabûne jî didome.

Herî kêm hezar û 370 avahî xisar dît

Rêveberiya eyaleta Ishikawa, ragihand di erdhejê de herî kêm hezar û 370 avahî xisar dîtiye û diyar kir nêzî 30 hezar mexdûrên erdhejê di stargehên ji bo demkî hatine avakirin de dimînin. Xebatên alîkariyê, lêgerîn û rizgarkirinê û rakirina kavilan bi piştgiriya Hêzên Xweparastinê yên Japonyayê (SDF), Hêzên Parastina Peravên Japonyayê (JCG) û ekîbên polîsan didome.

Tê payîn berf bibare

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), ragihand tê payîn ku li herêma erdhejê berf bibare. Rayedaran, hişyarî dan dibe ku şert û mercên hewayê yên neyînî bandorê li xebatên lêgerînê bike. Di encama pêlên tsunamiyê yên piştî erdhejê pêkhatin de gelek xanî di bin avê de man, xisarên li rêyan û barana zêde gihiştina ekîbên rizgarkirinê ya ji bo herêmên dûr zehmet dike.

Li herêma afetê hêj ji bo nêzî 30 hezar avahiyan elektîrîkê nayê dayîn.