Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 43 hezar û 556’an
Hejmara kesên ku di erdhejên navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dan derket 43 hezar û 556’an.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230223-20230223-kahramanmaras-merkezli-deprem-jpeg3b6a90-image-jpga83eab-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Li Mereşê erdhejên ku di 6’ê Sibatê de pêk hat û bandora xwe li 11 bajaran kir, roj bi roj ziyanên canî zêde dibin. Wezîrê Karên Hundir ê Komara Tirkiyeyê (TC) Suleyman Soylu, diyar kir ku di erdhejê de 43 hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku ew nafikirin ku li tu welatekî erdhejeke bi vî rengî rabe û îdîa kir ku demeke dirêje der barê erdehejê amadekariyê dikin.
Rûxmê ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê 2 roj dereng çûn li parêzgehên ku ji ber erdhejê lê zêde bûn û welatiyan bi qîrîna dirûşmên 'alîkar nîne, dewlet li kû ye' jî Silêman Soylu got, "Eger Tirkiyeyê amadekariyên wiha nekira. demeke dirêj wê di nava kaoseke mezin de bûya."