Hejmara kesên di erdheja Mexribê de jiyana xwe ji dest dan derket 632’an

Wezareta Karên Navxweyî ya Mexribê ragihand ku di erdheja bi mezinahiya pileya 7 pêkhat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 632’an û 329 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan-  Wezareta Karên Navxweyî ya Mexribê der barê erdheja bi pileya a ku duh êvarê di saet 23.10’an de li herêma El Huz a Marakeşê qewimî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 632’an û hejmara birîndaran jî derket 329’an.

Di daxuyaniya berê ya wezaretê de jî hatibû diyarkirin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji bajarên Marakeş, Azilal, Agadir, Varzazat û Şîsavanê ne.

Di gihandina herêmên erdhejê de zehmetî tê jiyîn

Li gorî nûçeya di çapemeniya Mexribê de; erdhej bi taybetî li paytext Rabatê, li bajarên Casablanca, Meknes, Agadir û Fezê jî hatiye hîskirin. Dema bang ji bo bexşîna xwînê tê kirin, ekîbên rizgarkirinê yên li Mexribê xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nav xirabeyên avahiyên hilweşiyayî de berdewam dikin. Tê diyarkirin ji ber xisar û girtina rêyan, ekîban di gihandina herêmên erdhejê de zehmetiyan dijîn.

'Erdheja herî mezin a sedsala dawîn hate jiyîn e’

Serokê Enstîtuya Jeofîzîkî ya Neteweyî ya Mexribê Nasser Cabur, erdhej wek  “di dîroka welat de erdheja herî mezin a sedsala dawîn e.

Di erdheja ku 24'ê Sibata 2004'an de li bajarê El Huseyma li peravên bakurê Mexribê di pileya 6,3’an pêkhat de, nêzî 630 kesan jiyana xwe ji dest dan, 926 kes birîndar bûn û 15 hezar kes jî bê mal man. Di erdheha ku di 25’ê Çileya 2016’an de li Behra Alboran a li bakure rojhilate Huseymeye bi pileya 6,3’an pêkhat de, zarokekî ku ji tirsa krîza dil derbas kiribû jiyana xwe ji dest da. Erdhêj, li bajarê xweser Melîlla ku girêdayî Spanyayê ye û li ser sînorê Mexribê cih digre, bibû sedema xisarek mezin û 26 kes jî birîndar bûn.