Hejmara 25’an a Kovara Jinê derket

Hejmara 25’an a Kovara Jin ku her hefte tê weşandin bi manşeta ‘Mifteya jiyana azad û wekhev, netewa deoqratîke’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 25’an a Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin derket. Di hêjmara dawî ya Kovarê de bi sernivîsa ‘Mifteya jiyana azad û wekhev, netewa deoqratîke’ dosyaya ku tîma Kovara Jinê kom kiriye cih digre. 

Yuksel Mutlu di nivîsa xwe ya bi navê ‘Çedes’ bal kişand ser hewldanên erkdarkirina îmaman di dibistanan de. Ji wergera ji nivîsa Jana Nakhal ya bi sernavê ‘Por weke qadek ya disiplina Polîtîk e’ têde destnîşan kir ku pora jinê weke amûrek ya polîtîk tê dîtin. Di hema demê de di nivîsa Esma Kaya Ceylan ya bi sernavê ‘Xanima boxçacî hate’ bal kişand ser dema boxçaciyan û çanda boxçaciyan.

Sernivisên ku di hêjmara nû de cih girtin wiha ye:

Mifteya çareseriya Rojhilata Navîn, netewa deoqratîke: Emê siyasete ji tekelên mêran de rizgar bikin/ Tîma Kovara Jinê

Çedes / Yuksel Mutlu

Por weke qadek ya disiplina Polîtîk e / Jane Nakhal

Xanima boxçacî hate/ Esma Kaya Ceylan

Ji bo xwendina nivîsên ku di hêjmara nûde cih digrin vê lingê tiq bikin

http://jindergi.com/anasayfa/