Hejmara 12’an a Kovara Jinê derket
Hejmara 12'an a Kovara Jinê ya heftane bi manşeta "Li dijî pergala dijminê jina dengê xwe bide ku em li ser sindoqê biguherin" derket.
Navenda Nûçeyan – Di hejmara 12'an a kovara webê ya Jinê ku her roja yekşemê derdikeve, bi sernavê "Li dijî pergala dijminê jinan dengê xwe bide ku,em li ser sindoqê biguherîn" li pêşberî xwendevana ye.
Di vê hejmarê de gelek mijar di rojevê de ne, ji rola jinan a di guhertina bi dengên xwe yên li ser sindoqan de bigire heta Muzeya Zayenda Civakî, ji nêrîna mûxalefetê ya li ser tevgera Kurd bigire heta yekemîn kovara jinên Kurd a femînîst Roza gelek mijar di kovarê de cih digirin.
Di hejmara nû ya kovarê de Münevver Berk bi nivîsa xwe ya bi sernavê, "Em mafê xwe yê dengdanê dixwazin" de behsa têkoşîna jinan a ji bo mafê dengdanê dike û bang li jinan dike ku di tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya ku dê di 28’ê Gulanê de pêk were de dengê xwe bidin.
Li aliyê din Ayşe Berktay di nivîsa xwe ya bi sernavê “Li ser heqîqet û rûbirûbûnê…” de nêrîna hikûmet û muxalefeta heyî ya li hemberî tevgera kurd bi têgeha "rûbirûbûnê" radixe ber çavan.
Dîsa di vê hejmarê de Oya Açan jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Dînamîkên Veguherînê", Handan Coşkun jî bi nivîsa xwe ya bi sernvê "Pêşangeha Jinên ku tov û şitlan diçîni hat vekirin" cih digirin.
Hîvran Tîmûr di vê hejmarê de bi nivîsa “Yekemîn kovara jinên kurd a femînîst: Roza” li ser cihê kovara Rozayê di nava kovarên jinên kurd de nivîsiye.
Hûn dikarin nivîsên hejmara nû ji VIR (http://jindergi.com/anapage/) bixwînin.