Li Şengalê jiyan 5 deqe rawestiya
Di salvegera 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo bîranîna şehîdên fermanê li bîrdariya şehîdan a Solaxê merasîm hat lidarxistin. Di seat 10’an de jî li her derê Şengalê 5 deqe rêz hate girtin.
Şengal - Îro seat di 10’ê sibê de li Gundê Solaxê ya Şengalê li Bîrdariya Şehîdan cangoriyên fermanê bi rêzgirtina ji bo şehîdan û pêxistina çirayan hatin bibîranîn. Di bîranînê de hemû dezge û saziyên Şengalê, heyetên ji Iraq û Başûrê Kurdîstanê hatine; oldar û rûspiyên Êzidî û siyasetmedar amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û ji bo rihê cangoriyan def û şibêb hate lêxistin, qewl hatin gotin.
Di merasîmê de Samya Şengalî ku yek ji aktîvîsta mafê Êzidiyan e, axivî. Samya Şengalî, di destpêka axaftina xwe de cangoriyên fermanê bi bîr anî û got: “Dema DAIŞ’ê êrîş kir, xwest hemû civaka êzidî ji qirkirinê derbas bike. Lê belê, li beramberî vê gel, xort û keçên êzidî canê xwe ji bo êzidayetiyê dan û nehiştin DAIŞ bigihêje armanca xwe.”
Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek hate temaşekirin.
Girêdayî bîranîna 3’yê Tebaxê seat di 10’an de jî li hemû gund, bajarok û li navenda Şengalê 5 deqe rêz hate girtin. Muha Helalî ku jineke Ereb e û bi grubek hevalê xwe re hatiye Şengalê, bi axaftinek kurt piştgiriya xwe ya ji bo jinên Êzidî anî ziman. Muha Helalî, wiha got, “Em ji bo doza Êzidiyan li vir in. Em jî dengê xwe bi dengê tevgera jinên Êzidî re dikin yek. Em jî daxwaz dikin ku aqubeta windahiyên heyî diyar kirin û pirsgirêkên Şengalê bên çareserkirin. Em jî bi doza Êzidiyan re ne, destê xwe didin destê wan.”
Tê payîn di seat 18’an de li navenda Şengalê ji Meclîsa Gel heta Sûka Kevn meşek girseyî bê lidarxistin.
Di çerçoveya 12’emîn salvegera fermana 74’an de ev demeke li Şengalê gelek çalakî tên lidarxistin. Di 23’yê Tîrmehê de li Sûka Kevn a navenda Şengalê kon hate vedan û rojane gelek kesan serdana vir kirin. Doh jî Yekîtiya Ciwanên Êzîdxan û Jinên Ciwan ê Êzidxan ji bo bîranîna 12 siwariyan ji Pakrewangeha Şehîd Berxwedan û Dilgêş heta Sûka Kevn meşiyan. Dîsa di seat 18’an de him li başûr him jî bakurê Şengalê bi awayekî girseyî li ser gorî komî bîranîn hate çêkirin.