Piştî doza Gulîstan Doku dosyaya Rojwelat Kizmaz ji nû ve hat vekirin
Piştî rapora ji Buroya Sûc a Neteweyî, doza Rojwelat Kizmaz jî piştî du sal û nîvan ji nû ve hate lêkolînkirin. Li gorî raporê, telefona Rojwelat Kizmaz piştî doza Gulîstan Doku 46 rojan girtî maye.
Navenda Nûçeyan – Rojwelat Kizmaz ku di 9'ê Sibata 2024'an de li Êlihê winda bû û di bin şert û mercên gumanbar de mir, li Gola Bendava Ilisuy hate dîtin. Doza derbarê mirina bi guman a wê de bi biryara ‘bê bingeh e’ ji aliyê dozgeriyê ve hatibû girtin. Di meha Nîsanê de, malbatê bi delîlên nû dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Malbatê xwest ku biryarên berê yên di doza Rojwelat de werin betalkirin, ji ber ku di doza Gulistan Doku de delîlên nû hatine tespîtkirin.
Hûrgiliya telefonê
Her çend Rojwelat Kizmaz wekî hevala herî nêzîk a Gulîstan Doku tê zanîn jî mirina wê ya bi guman pirs bi xwe re anîn. Îhtîmaleke din jî ev e ku Rojwelat şahidiya windabûna Gulistan kiriye, her tişt derbarê wê de dizanibû û ji ber vê yekê bi awayek bi guman miriye. Mînakek berbiçav a vê yekê ji lêkolîna Buroya Sûc a Neteweyî ya telefona Rojwelat Kizmaz derket holê.
Raporê rastî eşkere kir
Li gorî rapora Buroya Sûc a Neteweyî ya 22'ê Nîsana 2025'an, telefona Rojwelat Kizmaz yekser piştî windabûna Gulistan Doku hatiye qutkirin û 46 roj şûnda, di 20’ê Sibata 2020’an de, di saet 4:04 ‘an de, dîsa hatiye vekirin. Wekî din, lêkolîna telefona Rojwelat Kizmaz eşkere kir ku axaftina wê ya dawî bi telefonê di 5'ê Adara 2024'an di saet 2:47'an de pêk hatiye.
Dosya hat veguheztin
Beşek ji dosyaya Gulîstan Doku li Erziromê dewam dike, lê hat diyarkirin ku piştî lêgerîna telefona wê, dosyaya Rojwelat Kizmaz jî ji bo Erziromê hatiye şandin.