HDP û Partiya Çep a Kesk peyama cejnê dan

Hevserokên giştî yê HDP’ê û hevberdevkên Partiya Çep a Kesk peyama cejnê weşandin û gotin: “Em dikarin di 14'ê Gulanê de vê axa em li ser in ji bo gelê xwe veguherînin cejnên mayinde.”

Navenda Nûçeyan- Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîdem Kiliçgun û Îbrahîm Akin bi boneya cejna Remazanê peyamek weşandin.

Di peyama cejna Remezanê de ragihandin ku Cejna Remezanê di bin siya êşeke mezin, krîzeke giran, birçîbûn û xizaniya civakê de tê pêşwazîkirin û wiha hat gotin: “Li aliyê din, em cejnê li ber devê pêvajoyekek guherîn û veguherînê pêşwazî dikin, cejnên rasteqîn û hêviyên mezin pêşwazî dikin.”

 ‘Em ê birînên xwe bi hev re bikewînin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi deh hezaran mirovan ji ber îhmalkariyan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Divê em di çarçoveya soz û dilsoziya bi bîranînên wan re guherîneke rasteqîn biafirînin. Niha li dijî dîwarên ku tê xwestin di navbera me de bên lêkirin, dem dema hevgirtin, zêdetir, hembêzkirina hev e. Em ê birînên xwe bi hev re bikewînin, em ê hêvî û kêfxweşiyê bi hev re mezin bikin. Bi wesîleya vê cejnê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku hêza piştgiriyê ya ku tevî astengiyên desthilatdariyê di erdhejê de derketiye holê mezin bikin û di 14’ê Gulanê de vê yekê bikin guhertin û veguherîneke rasteqîn. Em dikarin jiyana xwe bi awayekî wekhev û azad ji nû ve biafirînin. Em dikarin 14’ê Gulanê ji bo vê axa ku em li ser dijîn û ji bo gelê xwe veguherînin cejnên rasteqîn û mayînde. Em Cejna Remezanê ya gelên xwe pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya aştî, xwişk û biratî, wekhevî û azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku emê vê cejnê di 14’ê Gulanê de veguherînin cejna duyemîn.”