HDP ji bo gel seferber bû
HDP’ê ji bo gel seferber bû; ji bo xebatên ku li deverên erdhejê bên meşandin Navenda Koordînasyona Krîzan hat avakirin.
Enqere – Erdheja ku li Mereşê bi pileya 7,4 û li Dîlokê jî bi pileya 6,4 erdhej çêbû, li Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê bû sedema hilweşandin û xisaran.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) negihîşt hawara gel. Tê diyarkirin ku hê jî cihên niştecihbûnê ku alîkariya qet neçûye hene. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê xebatên li deverên erdhejê bimeşîne, Navenda Koordînasyona Krîzan ava kir. Tevahiya xebatên tên kirin dê li Navenda Giştî bên koordînekirin.
Meşa Gemlîkê ku dê bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li navçeya Gever a Colemêrgê û navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em dimeşin Îmraliyê” bihata lidarxistin, hate taloqkirin. Şandeyên HDP’ê yên li van herêman ber bi deverên erdhejê ve hatin sewqkirin. Di heman demê de şandeya bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê biçe Amedê û şandeya bi pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî dê li Edeneyê tev li xebatan bibe. Rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP’ê jî ragihandin ku ji bo cihê mayînê, xwarin, lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatan kirine.