Halîse Aksoy hat berdan

Halîse Aksoy a ku di encama îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik de hatibû girtin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Danişîna doza Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wî  Agît Îpek  bi kargoyê di qutiyê de radestî wê kirin û bi îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik hat girtin, dewam kir.

Di rûniştina li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Halise Aksoy û parêzerên wê amade bûn. Di danişînê de destpêkê dozgeriyê ji bo hinek hisusên kêm bên temamkirin  daxwaza berdewamkirina girtina Halîse Aksoy kir. Dadgehê biryara berdana Halîse Aksoy da û diyar kir ku gumana revê tune ye. Rûniştin taloqî 18'ê Îlonê hat kirin.