Gundê dawî yê Ermeniyan ê Hatayê jî bi koçberiyê re rû bi rû ye

Vakifli ya ku wek gundê herî dawî yê Ermeniyan li Hatayê tê zanîn ji ber erdhejê zirareke mezin dît. Elena Çapar bi israra ku li ser axa xwe bimîne got ku piraniya gund ji ber ku kon û tesîsên wan tunebûn neçar man koç bikin, lê teqez dê vegerin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Hatay - Li Vakifliya ku wek gundê dawî yê Ermeniyan ê Tirkiyeyê tê zanîn, ji ber hilweşîna erdhejê û nebûna çadiran gel neçarî koçberiyê dibe. Gundê ku 5 kîlometre dûrî navçeya Samandag a Hatayê ye û beriya Osmaniyan bi sedan sal e mal û warê Ermeniyan bû, ji ber erdhejê zerareke mezin dît. Dema ku gundê ku li quntara Çiyayê Mûsa hatibû avakirin, bi dîmen, xweza û dîroka xwe ya Behra Spî çavan ronî dikir, bi erdhejê re karesat jiyan kir. Li gundê ku beriya erdhejê 135 kes lê diman, niha 30 kes lê dijîn.

Tenê piştevanan alîkarî kirin

Vakifliya ku niha li herêma ku berê 7 gundên Ermeniyan lê hebûn bi tenê maye û 35 xanî hene. Gundê ku dêr, muze, koperatîfên jinan û bedewiyên xwezayê lê hene, bi mêvanperweriya xwe tê naskirin. Piştî erdhejê 3 rojan alîkarî negihîşt gund, gel diyar kir ku di roja sêyemîn de ji aliyê dildaran ve alîkarî ji wan re hatiye şandin. Li gundê ku ji AFAD’ê re tevî ku nav lê hatiye nivîsandin hê jî kon ne hatiye şandin, welatiyan ji Stenbolê konên xwe anîn, welatiyên ku kon nedîtin û îmkana wan tunebû jî neçar man ji gund derkevin.

‘Me sê rojan kabûs jiyan kir’

Yek ji welatiyên gundê Vakifliyê Elana Çapar a ku behsa pêvajoya ku tê de derbas bûye bi gotina “Kesê ku ev 3 roj in nayê navenda Hatayê, wê çawa bikare were vir” diyar kir ku wan di sê rojên destpêkê yên erdhejê de kabûse ke mezin jiyan kirine. Elena Çapar, diyar kir ku piştî erdhej rawestiya li baxçeyê çayê yên gund hatin cem hev û got ku ciwanan yek bi yek li malan geriyan û kesên kal ji malên wan derxistin. Elena Çapar, anî ziman ku ew 3 rojan li ser maseyên li baxçeyê çayê razane û wiha got: “Roja duyemîn mîna kabûsekê bû. Ne hej, ne baran û ne jî bahoz wê rojê ne rawesta. Di dawiya roja siyan de, me bi alîkariyê dest bi razana li ser maseyan kir. Piştre jî bi alîkariya dildaran me jiyana xwe domand. Mala me zerareke mezin dîtiye, li gund 15 malên ku zerareke mezin dîtine hene ku bên hilweşandin. Em niha di konan de dimînin û bi vî rengî em li benda pêvajoya.”

‘Em li gundekî 135 kesî 30 kes man’

Elana Çapar, anî ziman ku ji ber ku nizanin dê çi bê serê avahiyên ku xisar dîtine bê ew di nav nezelaliyeke mezin de dijîn û got ku yekane daxwaza wan ew e ku cihê lê dijîn neterikînin û li ser axa xwe bimînin. Elana Çapar wiha berdewam kir: “Ji ber ku em nizanin dewlet dê çi bike, dê çi bê serê xaniyên xerabûyî em li bendê ne. Gundê me gundekî ji tûrîzmê re vekirî bû. Muzexaneyek me, dêr û kooperatîfa jinan heye. Hem ji aliyê çandî û hem jî ji aliyê xwezayê ve gundekî pir xweş e û karên xweşik pêkaniye. Beriya erdhejê em Ermeniyên gund 135 kes û 35 mal bûn. Lê piştî erdhejê ku alîkarî nehat, gelek kes koçber bûn û em 30 kes man. Berê 7 gund bûn, lê niha em bûne yek gund. Malên me hemû kevn in, mala min di sala 1918’an de hatiye avakirin, mala cîranê min 130 salî ye. Ji ber ku kevin in hemû xanî xera bûne. Em gundê xwe nahêlin û naçin. Divê ji mere qadeke jiyanê ya nû ava bikin. Em ê bi israr bin û li vir bimînin.”

‘Ger ku xanî werin çêkirin yên ku çûne dê vegerin’

Elena Çapar, anî ziman ku ew naxwazin gundê ku lê dijîn terk bikin û diyar kir ku yên derketine piştî ku xanî werin çêkirin dê vegerin. Elena Çapar got: “Hatay bajarê şaristaniyan e, bajarê ku mirov bi hev re dijîn e. Em diçin merasîma cenaze û cejnên hev, ev der bi vî rengî me zindî dike. Ji ber erdhejê em neçar man zarok û mezinên xwe bişînin. Tirsa erdhejê li vir pir xerab e. Yên ku çûn jî nexwestin biçin, lê ji bo zarokên xwe çûne. Piştî ku xanî werin çêkirin dê hemû vegerin. Tenê daxwaza me ew e ku xaniyên me bên çêkirin. Em ji vê derê hez dikin.”