Deklerasyona Newrozê: Em ê Dehaqên hov bavêjin sergoyê dîrokê
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di deklerasyona Newroza Stenbolê de diyar kir ku ew ê qadên Newrozê veguherînin qadên têkoşînê û got: “Newroza îsal wê bibe sala avêtina Dehaqên hov nava sergoyê dîrokê.”
Stenbol- Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Deklerasyona Newroza îsal a ku wê bi dirûşma “Her der Newroz, her der azadî” bê lidarxistin, li Otela Elît World a Taksîmê eşkere kir.
Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevkê Partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
‘Newroz cejna vejîna gelan e’
Deklerasyona Newrozê ji aliyê Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr ve hat ragihandin. Esengul Demîr diyar kir ku Newroz sembola ji nû ve zayîna gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê bi taybetî gelê Kurd e û got: “Newroz, cejna vejîna gelan e. Newroz; jiyan e, azadî ye. Newroz, li hemberî Dehaqê hov serkeftina Kawayê Hesinkar e. Gelên me bi hezaran sal in bi vê hişmendiyê Newrozê pîroz dikin. Newroz; Roja têkoşînê ye ku gel ala serhildanê li dijî zaliman, dîktator û pergala yekmêrî ye. Weke her sal Newroza îsal jî ji bo gelên me mizgîniya hêvî û agirê azadiyê ye.”
‘Em Newrozê diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dikin’
Esengul Demîr bal kişand ser erdhejên ku navend wan Mereş bû, got: “Em Newroza îsal diyarî welatiyên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Sedema ku hilweşîn û windahiyên me mezin in hikûmeta AKP-MHP’ê ye. Ji ber fermana talankirin û rantê ya ku ev zêdetirî 20 sal in tê meşandin, ev hikûmeta zalim berpirsyarê vê hilweşînê ye. Ev hikûmet sûcdar e, ji ber ku saziyên ji bo bersivdana felaketan hatine avakirin bi rejîma avakirinê ya ku ava kiriye û bi efûya herêman a beriya hilbijartinê derxistiye veguherandine.”
‘Dê tu caran ev kiryarên wan bêhesab nemînin’
Esengul Demîr, bal kişand ku di erdhejê de gel bi tenê maye û terkî “qedera xwe” hatiye kirin, rayedar bi rojan neçûne herêmê û gelek kes di bin xirbeyan de qerisîne, jiyana xwe ji dest dan û wiha berdewam kir: “Em ê hesabê vê yekê ji AKP’ê bipirsin. Dê tu caran ev kirinên wan ji wan re nemînin. Serdema dîrokî ya ku em tê de ne, di her warî de berpirsyariyên girîng li ser hemû derdorên demokratîk ferz dike. Pêwîst e gel û hêzên demokrasiyê li dora vê berpirsyariya dîrokî bibin yek û vîna têkoşîneke hevpar derxin holê.”
‘Dê Kawayên Hesinkar desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hilweşîne’
Desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû beşên civakî û demokratîk hedef digre. Îqtîdar bi zext û tundiyê bersivê dide daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê. Bi van meylan re hewl dide desthilatdariya xwe ya zordar û despotîk bi tunekirina hemû beşên civakî bidomîne. Lê belê em ê qadên Newroza 2023’an li dijî vê fermana çewisandinê veguherînin qadên têkoşînê. Em ê ji Amedê heta Stenbolê, ji Aydinê heta Qersê, ji Îzmîrê heta Antalyayê, ji Enqereyê heta Colemêrgê li her derê li dijî vê îqtîdarê derkevin. Qadên Newrozê wê bibin qadên ku hêrs vediguhere hêviyê. Newroza îsal wê bibe Newroza avêtina Dehaqên hov ên roja îro. Em ê wan bavejin nava sergoyê dîrokê. Wê Kawayên hemdem desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin. Di hilbijartinên 2023’an de hêzên ked, azadî û demokrasiyê wê vê îqtîdarê têk bibin. Newroza 2023’an wê navnîşana hêviyê nîşan bide. Em ê bi hev re têbikoşin, em ê bi hev re bi ser bikevin.
‘Em ê bibin xwedî serkeftinên dîrokî’
Îradeya li qadên Newrozê wê li dijî faşîzmê riya derketinê nîşan bide. Li dijî tecrîd, qetilkirina jinan, talankirina ekolojîk û xizaniyê wê qadên Newrozê bibe dengê azadiyê. Divê em ji bîr nekin ku em li ber bendekê ne, em ê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Bi vê hesasiyet û hişmendiyê em ê pêvajoyeke pêşerojê bibînin, ji serkeftinek demkî wêdetir, em ê bibin xwedî serkeftineke dîrokî. Di vê çarçoveyê de em bang li her beş û her kesê dikin ku berpirsyariya siyasî û civakî bigrin ser xwe û bibin xwediyên xebat û tekoşîna ku pêşeroja azad-demokratîk a mafên me esas digre. Erdheja herî mezin a siyasî şandina hikûmeta AKP-MHP’ê ya rantê, despotîk, dijî gel a ku gelê me di erdhejê de bi tenê hişt. Em ê wan bavêjin nava sergoyê siyasetê, berpirsyariyeke civakî ye ev. Em bi vê bawerî û biryarê diçin Newrozê.”
Esengul Demîr di dawiya axaftina xwe de hemû gelan vexwend Newrozê.