Gulala Sadîq: Nabe ji ber şaşiyên siyasî welatî û karmend bedêl bidin
Pispora darayî Gulala Sadîq diyar kir ku di nava 10 salên dawî de karmendên li Başûrê Kurdistanê tenê 60 mûçe girtine û got: “Nabe ji ber şaşiyên siyasî welatî û karmend bedêl bidin.”

HÊRÛ ELÎ
Silêmanî – Ev nêzî du meh in ku hikûmeta herêma Kurdistanê mûçeyên karmendan neda, ji ber wê jî jiyana xelkê her ku diçe xirabtir dibe û bandorek xirab li ser civakê dike. Ev ji 10 salan zêdetir e welatiyên herêma Kurdistanê jiyanek giran derbas dikin û nizanin dê çawa pirsgirêkên di navbera hikûmeta herêmê û Bexdayê de çareser bibe. Têkildarî mijarê pispora aborî Gulala Sadiq ji ajansa me re axivî.
‘Nedana mûçe pirsgirêkek ku bi salan e ku karmend dijîn e’
Gulala Sadîq diyar kir ku nedayîna mûçeyan pirsgirêkek ku karmendên herêma Kurdistanê dijin e, lê belê di meha Sibata 2024’an de hikûmetên herêma Kurdistanê û Îraqê biryar dane ku mûçeyan ji pirsgirêkên siyasî dûr bixin û wiha got: “Lê belê ji bo vê jî şert danî ku herêma Kurdistanê dahata navxweyî û neftê bide Îraqê û di vê mijarê de lihev kiribûn. Di sala 2024’an de mûçeyê meha Çileyê nedan. Her wiha îsal jî hikûmeta Îraqê daxwaz wê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê dahata hemû mehan bişîne. Diviyabû 81 milyar dahata navxweyî bişîne. Lê belê hikûmeta herêma Kurdistanê carek 51 milyar şand, carek din 49 milyar şand û carek din jî 48 milyar şand. Ji hejmara hikûmeta Îraqê daxwaz dikir ku gelek kêmtir bû. Ji ber vê jî di meha Gulanê de pirsgirêk zêde bû, heta niha jî dawiya meha Hezîranê ye, mûçeyê meha Gulanê nehatiye girtin. Wisa diyar e ku îsal mûçeyek yan jî du mûçeyên me biçin. Sedema wê jî, hikûmeta herêma Kurdistanê di destpêka îsal de gotin ku wan lihev kirine ku ewê mûçeyê her 12 mehan bidin. Lê belê mixabin ev peyman xirab bû. Hikûmetê tiştê pêwîst nekir.”
‘Navendên bazarê tên valakirin û girtin’
Gulala Sadîq destnîşan kir ku rojane hejmara xelkê zêde dibe û pêwîstî jî zêde dibe, ev jî daxwazan zêde dike. Gulala di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema ku daxwaz zêde dibin nirx jî zêde dibin. Lê belê mixabin me di nava 10 salan de 60 mûçe girtine, 48 mûçe jî bi kêmkirin dane, 12 mûçe nehatine dayîn. Ev jî wisa kiriye ku sistiya tevgera darayî di nava bazarên herêma Kurdistanê de jî xwe bide der. Navendên bazarê yên mezin tên valakirin û girtin.”
‘Yên ku tayîn bûne jî bi awayek xirab mûçe digrin’
Gulala Sadîq da zanîn ku di 10 salên borî de mezinahiya malbatan li Herêma Kurdistanê kêm bûye, pêvajoya zewacê di nav ciwanan de kêm bûye. Gulala ragihand ku ciwanên ku zanîngeh û peymangeh temam kirine nehatine tayînkirin û wiha domand: “Yên ku tayîn bûne jî bi awayek xirab mûçe digrin. Li Silêmanî û derdoru wê dengek heye, lê belê li Hewlêr û Duhokê deng tuneye. Gelo dema mirov li malê rûne pêwîstî bi tiştan nîne? Gelo pêwîstî bi xwarin û dahata rojane nîne? Bi taybetî ji bo ew karmendên ku dahata wan li ser mûçe ye. Ger rewş wisa bidome wê krîz zêdetir bibe. Ji ber em dizanin di dema bêkarî û nebûna mûçe de sûc zêde dibin.”
‘Nabe ji ber şaştiyên siyasî welatî û karmend bedêl bidin’
Gulala Sadiq destnîşan kir ku ger Herêma Kurdistanê û Bexda li hev nekin, divê çarenûsa gel ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were diyarkirin û çareseriyekê bibîne û wiha got: “Ev çend sal in hikûmeta herêma Kurdistanê bi tankeran neft firotiye û dahata me ya navxweyî jî heye. Ji ber wê nabe her car ji ber şaştiyên siyasî hemwelatî û karmend bedêl bidin. Ger em girêdayî hikûmeta Îraqa federal in, bila karmendên herêma Kurdistanê wek karmendên Bexda û navendî ya Îraqê mûçeyên wan di dema xwe de bidin.Tu gel nîne bê mûçe kar bike û du meh mûçe bidin. Ango 10 sal bêyî ku mûçeyê mafê wan e negre, lê bixebite û bêdeng bimîne û xwepêşandanan neke. Ji ber wê çareseriya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê ye.”
‘Di zagonê de li ser dosyeyekê dû car biryar nayê dayîn’
Gulala Sadiq di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên hikûmeta Îraqê û wiha got: “Ew biryarên ku Hikûmeta Îraqê yan jî dadgeha federal dane, di zagonê de tu dosyayek du carî li ser biryar nadin. Ji ber rêzdariya biryara dadgehê. Ji ber dema ku dadwer biryar da, ew biryar ya dawî ye. Ji ber biryara dadgeha federalî heye, ji ber wê tu biryarek din nîne. Belkî ew biryara di meha Sibata 2024’an de daye, divê herdû alî pabend bin û mûçeyên karmendan bê dayîn.”