‘Gotinên netewperest ên hikûmetê tundiya li ser koçberan zêde dike’

Çalakvana femînîst Sîham Sasî bal kişand ser jinên koçber ên ku li Tûnisê rastî cihêkarî û tundiyê tên û got: “Gotinên hikûmetê yên netewperest û polîtîkayên wan bingeha vê yekê ava dikin.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis– Hemû cure tundiya li hemberî jinan her roja diçe zêde dibe. Li welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ku şer û pevçûnên navxweyî bi dawî nebûne, gelek koçberên jin ên ji cih û warên xwe bûne, di riyên koçberiyê de rastî tacîz, tecawiz û qetilkirinê tên. Yek ji van riyên koçberiyê jî Tûnis e. Femînîsta Tûnisê û çalakvana mafên mirovan Sîham Sasî da zanîn ku hikumeta Tûnisê der barê koçberan de gelek peymanên navneteweyî îmza kirine, destnîşan kir ku di pêkanînê de kêmasî heye.

‘Gotinên hukumetê yên netewperest bingeha tundiyê ava dike’

Sîhan Sasî bal kişand ser zêdebûna hejmara koçberên ku di nava salekê de hatine Tûnisê û got bi taybetî li dijî kesên li Sahrayên Afrîkayê gotinên netewperest û cihêkariyê zêde bûne û ji tundiyê re bingeh ava dikin. Da zanîn ku zêdebûna netewperestiyê koçberan bê parastin dihêle û wiha got: “Bi cih neanîan berpirsyariya hikumetê, di polîtîkayên koçberan de bû sedema têkçûnê. Koçber ji kar hatin derxistin, xizmeta tendirustiyê jî nagirin. Li ruxmê hewldanên alîkariya saziyên sivîl, çavkaniya polîtîkayên hikumetê kêm man. Di çarçoveya lihevkirina neteweyî û navneteweyî de derket holê ku prosedurên ku mafên koçberan diparêzin nîşan bidin ku polîtîkayek bi bengeh neyê avakirin, wê pirsgirêkên koçberan neyên destgirtin.”

‘Jin zêdetir rastî cihêkariyan tên’

Sîham Sasî da zanîn ku jin rastî cihêkariyên mezintir tên û bi taybetî jinên ducanî ji xizmeta tendirustiyê sûdê nagirin û got: “Jinên ducanî di bin çavdêriya tibî de nayên girtin û ji xwarinên bi tendirust bêpar in.”

‘Parastina mafê jiyanê mafê mirovî ye’

Sîham Sasî destnîşan kir ku li Tunisê di encama têkoşîna rêxistinên jinan de, der barê pêşîlêgirtina tundiya li hemberî jinan zagona hejmara 58 di sala 2018’an de ketiye meriyetê. Ji bo pêkanîna vê di sala 2022’an de komîteyek hatiye avakirin û wiha domand:

“Tevî hebûna zagona bi hejmar 58 jî rêjeya tundiya li hemberî jinan du qat bûye û gihîştiye asta kuştina jinan. Ji destpêka sala nû ve nêzî 17 jin bi awayekî hovane hatine kuştin, ger qurbanên din jî em bigrin dest dê ev hejmar zêdetir bibe. Mafê jiyanî tiştekî mirovî ye parastina mafê jiyanê ji berpirsyariyên hikumetê ye. Mînak jinên di nava malê de ji aliyê hevjînên xwe ve rastî tundiyê tên, diçin navendên ewlekariyê gilî dikin, gelek caran van giliyan cidî nagirin, em dibînin ku ji bo parastinê tedbîrên ji qadê dûr bixin nayên girtin. Careke din jinên ku rastî tundiyê tên ji bo wan kêmasiyên bichbûnê yan jî stargehên ku wan biparêzin nayên dîtin bi gefa bêmal mayînê re rû bi rû ne ev yek li holê ye.”

Sîham Sasî bi bîr xist ku wê li dijî cihêkarî û tundiyê, têkoşînek bihêztir bimeşînin, li dijî koçberan jî divê hikumet berpirsyariya xwe bi cih bîne.