‘Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin’

Xizma girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku tîmura mêjî pê re heye, dengeya xwe winda dike û guhên wê baş nabihîsin, Mîhrîban Ekîncî got: “Gava ku mijar Kurd be ATK alîgir tevdigere. Girtî terkî mirinê tên kirin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Çewlig- Girtiyên nexweşên giran ên li girtîgehan tên girtin tevî hemû hewldanan nayên berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan hezar û 517 kesên nexweş hene ku ji wan 651 jê nexweşên giran in. Di 5 mehên destpêkê yên sala 2023’an de 15 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî nexweşê penceşêra qirikê Şakir Turan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Erzînganê girtî bû, ji ber ku nehat berdan û dermankirin jiyana xwe ji dest da. Nasnameyên siyasî yên girtiyan bandorê li dermankirin û berdana wan dike. Ji ber raporên “bi xetere” yên Saziya Tiba Edlî (ATK) û polîsan gelek girtiyên nexweş ên giran di girtîgehan de dimînin.

ATK: Dikare di girtîgehê de bimîne

Ozge Ozbek a ku di sala 2011’an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Enqereyê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîbû, di 27’ê Cotmeha 2020’an de ji ber tîmura mêjî li Stenbolê li Nexweşxaneya Acibadem a Stenbolê emeliyata mejî bûbû. Piştî emeliyatê cezayê Ozge Ozbek ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Di encama serlêdana taloqkirina înfazê de, Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Daricayê ya Wezareta Tendurustiyê, di rapora xwe ya 24’ê Kanûna 2021’ê de destnîşan kir ku ne guncaw e Ozge Ozbek di girtîgehê de bimîne. Lê tevî rapora Lijneya Tendurustiyê, Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê der barê Ozge Ozbek de rapora “Dibe ku di girtîgehê de bimîne” da. Ozge Ozbek hat girtin û wê şandin girtîgehê.

Dengeya xwe winda dike!

Ozge Ozbek a ku 2 caran rapora “Dikare ku di girtîgehê de bimîne” hat dayîn, di mejiyê wê de gelek tîmur hene. Hat zanîn ku Ozge Ozbek a ku bi nexweşiya epîlepsiyê jî ketiye, ji ber nexweşiyên xwe yên li girtîgehê her dem serêşê dikşîne û windakirina dengeya xwe winda dike. Ji bilî windakirina dengeyê hat diyarkirin ku bi telefonê jî nikare bi malbata xwe re biaxive û guhên wê jî baş nabihîsin. Ozge Ozbek a ku di 10’ê Tîrmehê de ji ber windabûna dengeyê ji ser hişê xwe çû, serê wê li erdê ket, tevî ku rewşa wê xeternak bû jî dîsa birin girtîgehê.

‘Rewşa Ozge roj bi roj giran dibe’

Ji xizmên Ozge Ozbek Mîhrîban Ekîncî ku der barê mijarê de em pê re axivîn diyar kir ku rewşa Ozge Ozbek roj bi roj girantir dibe. Mîhrîban Ekîncî diyar kir ku Ozge Ozbek di axaftina xwe ya bi telefonê de gelek zehmetiyan dikişand û ev tişt got:

“Rewşa Ozge bi rastî jî cidî ye, niha di mêjiyê wê de nêzî deh tîmur hene. Li ser çavên wê jî tîmur heye û di guhên wê de jî ji sedî 78 pirsgirêka bihîstinê heye. Di vê pêvajoyê de, nexweşiya wê belav bûye û pir zû xirab bû. Rewşa wê roj bi roj xirabtir dibe, bi vî awayî terkî mirinê tê kirin. Herî dawî dema ket xwarê, serê wê li erdê ket û çû nexweşxaneyê. Bijîşk li wir jî gotin tîmur çêdibin. Di zimanê wê de pirsgirêkek cidî heye ew êdî nikare wek berê bi rehetî biaxive.”

‘Girtî ji hemû mafên xwe bêpar in’

Mîhrîban Ekîncî anî ziman ku girtiyên nexweş li girtîgehan ji hemû mafên xwe bêpar in û nikarin bên dermankirin û got: “Bi hezaran girtiyên nexweş ên mîna Ozge hene. Polîtîkaya li ser Mehmet Emîn Ozkan tê meşandin, li ser bi hezaran girtiyên nexweş jî tê meşandin. Pêwîst e girtiyên nexweş di zûtirîn demê de bên berdan. Divê girtî ji jiyanê neyên qutkirin. Ozge biraziya min e, îro bi hezaran Ozge di girtîgehan de ne. Girtî ne dikarin baş derman bibin ne jî dermanan li hundir bi dest bixin. Bi dehan girtiyên nexweş ên ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Dê ev heta kengê bidome? Girtiyên li girtîgehan ji hemû mafên xwe bêpar in.”

‘Dema mijar dibe Kurd ATK alîgir tevdigere’

Mîhrîban Ekîncî diyar kir ku ATK di raporên girtiyên Kurd de alîgir bûye û bang li Wezareta Dadê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Mîhrîban Ekîncî herî dawî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dema ku nexweşxane dibêjin ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’, ATK bêyî ku li nexweşiyan binêre berovajî vê biryarê dide. Ev polîtîka tenê li ser gelê Kurd tên meşandin. Ne li girtîgehê ne jî li derve mafê jiyanê nadin mirovan. Ozge ji ber ku di salên zanîngehê de beşdarî civîna çapemeniyê bû 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hem bi awayekî neqanûnî hatiye girtin, hem jî di girtîgehê de ji hemû mafên xwe yên tendurustiyê bêpar e. Divê wezaret di vê der barê de erka xwe pêk bîne. Bi hezaran girtiyên nexweş hene, ji bo ku rojek jî dereng nebe divê ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin.”