Girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiye di grevê de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseiya siyasî’ li 104 girtîgehan dabûn destpêkirin di roja 3'emîn de didome.

Navenda Nûçeyan – Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin. Greva girtiyan di roja 3’an de berdewam dike. Bi çalakiyê dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û bigihe azadiya fizîkî.

Heta niha hate diyarkirin ku li Anatolyaya Navîn 21 bi giştî jî li 104 girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger dest pê kiriye, wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike. Girtiyan diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû civakê belav bûye, rakirina polîtakayên tecrîdê, di heman demê de tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd.

Li aliyê din hate zanîn ku ji derveyî derbarê mijara çalakiya gireva biçîbûnê ya girtiyan, daxwazname û nivîs ji rayedarên saziyên netewî û navnetewî re şandine.

Navê 21 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn dest bi greva birçîbûnê kirine wiha ye: 

* Girtîgeha Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê

* Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê

* Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê

* Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê

* Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê

* Girtîgeha Eregliyê

* Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê

* Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê

* Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bunyan a Kayseriyê

* Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Kayseriyê

* Girtîgeha Tîpa F a Hacilar a Kirikkaleyê

*Girtîgeha Tîpa S a girtî a Kirşehîrê

* Girtîgeha girtî a Jinan a Sîncanê

* Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê

* Girtîgeha Hejmara 2 a Sîncanê

* Girtîgeha Tîpa T a Çorûmê

* Girtîgeha Tîpa T a Sûngûrlû ya Çorûmê

* Girtîgeha Hejmara 1 a Yozgatê

* Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Yozgatê

* Girtîgeha Tîpa T a Karabukê

* Girtîgeha Tîpa T a Tokatê