Girtiyên jin li dijî lêgerîna tazî derneketin hevdîtinê
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê li dijî lêgerîna tazî û rakirina pêlavan derneketin hevdîtinê.

Navenda Nûçeyan - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji ber zexta lêgerîna tazî û derxistina pêlavan a gardiyanan, duh neçûn hevdîtina bi malbatan re.
Malbatên ku dixwestin têkildarî mijarê agahiyan bistînin û bi vê boneyê disekiniyan, ji hêla peywirdaran ve hatin derbkirin.