Girtiyên bi Kurdî stran gotin birin hucreyê

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê 4 girtiyên jin ji ber ku bi Kurdî stran gotin û govend gerandin, xistin hucreyan.

Navenda Nûçeyan- Binpêkirina mafan li dijî girtiyên li girtîgehên Tirkiyê berdewam dike. Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê yek ji girtîgehên ku binpêkirin pêk hatin e.

Hate zanîn ku Zozan Kabişen û 3 girtiyên jin ên li girtîgehê ji ber stranên Kurdî gotine û govend gerandine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve cezayê hucreyê hatiye dayîn. Li gorî agahiyên ji aliyê malbatên girtiyan ve hatin parvekirin, ji jinên ku nêzî hefteyekê di hucreya yek kesî de hatine hiştin, agahî nayê girtin.

Girtîgeha Tîpa L a Patnosê beriya niha jî bi pêkanînên îşkenceyê ketibû rojevê. Li girtîgeha ku randevûyên revîrê û nexweşxaneyê dereng dihatin dayîn, belav kirina xwarinên ne baş, di kantînê de berhemên bi buhayên giran dihatin firotin û gelek caran lêgerînên li nivîngehê di çapemeniyê de hatin ragihandin.