Şêwekar Atena Farghadanî car din hat girtin

Girtiya siyasî ya berê û şêwekar Atena Farghadanî, piştî ku ji edliyeya Evînê bangî wê kirin çû wê derê hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê jin tên darizandin û hema bibêje her roj der barê wan de doz tên vekirin. Parêzer Mohammad Moghîmî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam parve kir û diyar kir ku şêwekar û karikaturîst û girtiya berê ya siyasî Atena Farghadanî dema ku ji edliyeya Evînî gazî wê kirine hatiye girtin. Der barê sedema girtina Atena Farghadanî de tu agahî nehat dayîn.

Atena Farghadanî, li zanîngeha Alzahra beşa wêne temam kiriye. Bi derceya billind a girtî re di qada hunerê de li zanîngeha El-Zahra, Atena Farghadanî ji xwendekarên hilbijêre, dema ku xwest perwerdeya lîsansa bilind bibîne ji aliyê hinek parlamenteran ve hatiye astengkirin. Atena Farghadanî ji derveyî çalakiyên hunerî, li komeleya piştgiriya zarokan perwerdeya wêne dida zarokan.

Girtina wê ya sêyemîn e

Athena Farghadanî cara yekem di Tebaxa 2014an de hatibû girtin û di Mijdara 2014’an de hatibû berdan. Di Çileya 2015'an de careke din hat girtin û di 1'ê Hezîrana 2015'an de 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 3’ê Gulana 2016’an de hat berdan.