Girtiya 63 salî yê cara duyemîn bi koronayê ket di hucreyê de tê girtin!
Hat diyarkirin ku Nurşan Akbala 63 salî ya li Girtîgeha Girtî ya jinan a Amedê dimîn cara duyemîn bi koronayê ketiye, di hucreyek yek kesî de tê girtin. Ozan Akbal ku çû girtîgehê lê destûr nehat dayîn ku bi dayika xwe re hevdîtinê bike, bal kişand ku ji ber girtiyan baş xwadî kirin û nikarişn bi rêkûpêk derman bixwin nikarin bi tevahî baş bibin.
MEDİNE MAMEDOĞLU
Amed – Dema ku li Tirkiyê bûyerên epîdemiya Covid-19 zêde dibin, ji ber tedbîrên li girtîgehan nehatine girtin, hejmara girtiyên ku testên wan wan erênî derdikevin roj bi roj zêde dibe. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ye. Girtiyên jin ji ber tedbîrên nebaş ên wekî xarinê, venêranê gardiyana a li qawîşan, testên girtiyên kû nîşanê koronê nîşan didin bi rêkûpêk pêk di demê xwe de nay kirin û ji ber guh nadin quralên paqijiyê rojên pir zehmetiyek jiyan dikin.
"Ger testan di wextê xwe de hatibana kirin, pêvajo dirêj nedibû"
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şûbeya Amedê ji roja ewil ve pêvajoya li girtîgehê dişopînin. Parêzer hema her roj diçin girtîgehê û agahiyan digirin. Agahdariya ku me ji parêzeran girt wiha ye: “Di pêvajoya berê de, wan kesên ku testên wan erênî bûn cûda kirine û yên bi têmas re hatine karantîna kirin. Wan testên ku girtiyên di nav du hefteyên borî de bi têmasbûn pir dereng kirin. Piştî 14 rojan test hatin kirin. Di encamê de, di nav girtiyên bi temas de testên wan erênî bûn. Bi van encamên testê re, pêvajoya qarantîn a 14 rojan dîsa dest pê kir. Pêvajoya karantîn dîsa bi temasa kesên di heman odeyê de dimînin dest pê kir. Lê heke test di destpêkê de bêyî dereng mayîn hatibana kirin, ev pêvajo ew qas dirêj nedibû.
"Girtiyek 63 salî di hucreyê de dimîne"
Parêzerên endamên komeleyê li ser rewşa dawî ya girtîgehan wiha gotin, “Her 5 rojan carêk ji bo girtiyan test tên çekirin. Niha, hejmara girtiyên ku testên wan erênî û neyînî derketinê tevlihev e. Nurşan Akbala ku 63 salî a li beşa B-11 dibinê testa wê ya cara duyemîn erênî derketiyê , di hucreyek yek kesî de tê ragirtin. 5 girtiyên li beşa B-12 dimînin bi têkilî ( temaslı) di karantînayê de ragirtin. Dîsa, li qawîşên din rewş ne pir cuda ye. Niha di qawîşa A-12 de, di kapasîteya 12 kesan de 16 kesan dibinîn."
"Dayika min nexweşê astimê ye û baş nay xwedî kirin"
Hate hînbûn ku girtî Nurşan Akbal, ku li girtîgehê nexweşina astimê bûye û di ceribandinên berê de yek erênî bû û di du testên berê de jî neyînî bû, di encama testa dawî erênî derket. Ozan Akbal diyar kir dema roja hevdîtine çûne, ji ber ku li girtîgehê encama testê erênî derketiyê dayîka xwe neditiyê û got girtî ji ber ku baş ne hatiyê temaşê kirin û nikarin dermanên birêkûpêk bigirin bi tevahî nikarin baş bibin. Ozan Akbal diyar kir ku dayika wê ku berî rojêk herê hevdîtinê bi têlefonê pê re axiviyê nexweşê astimê ye û wan gotinan bikaranî "Jixwe nexweşa astimê ye. Dibejê bi şev pir xuydan didim. Testên wê berê carek erênî derketin we demê nexweşiyê bi dijwarî filitî. Em hîn bûn ku şevê din test hatiyê çekirin û erênî derketiye. Nikarin xwedî bibin. Ji ber ku ew baş nayên xwedî kirin nexweşî li qawîşan belav dibe. Pêwistê girtî baş bixwin û vîtamîn bigirin. Lê yek ji nayê pêkanîn”.