Ghada Saba: Sînema platformek e ji bo şikandina tabûyan û hişyarkirina jinan
Derhêner Ghada Saba daxwaza ji nû ve nirxandina qanûnên mîratê yên Urdunê kir da ku li gorî şert û mercên heyî bin, tekez kir ku pêdivî bi parastina jinan heye û girîngiya bilindkirina hişmendiyê li ser pirsgirêkên jinan destnîşan kir.
BERAAT EKREM
Umman – Festîvala Fîlmên Jinan a salane armanc dike ku sînemayê wekî amûrek ji bo hişyarkirina jinan û destpêkirina nîqaşan li ser pirsgirêkên jinan bikar bîne. Festîval hewl dide ku ezmûnên mirovî yên jinan bigihîne temaşevanek berfirehtir û diyaloga civakî li ser maf, wekhevî û parastinê xurt bike.
14’emîn Festîvala Fîlmên Jinan, ku ji 7ê Hezîranê heta 13’ê Hezîranê li Ummanê, Urdunê hate lidarxistin, platformek bêhempa pêşkêş kir da ku pirsgirêkên jinan ji perspektîfên mirovî, civakî û qanûnî bi rêya fîlmên belgefîlm ên serbixwe yên ku ji hêla jinên ji welatên cûda yên cîhanê ve têne hilberandin û derhêner kirin, çareser bike.
Li ser vê bingehê bi derhêner û çalakvan Ghada Saba re, hevpeyvînek hate li dar xistin. Wê behsa avakrina festîvalê kir û got: "Zêdetirî çardeh salin, festîval bi rêya pêşandanên serbixwe temaşevanek rastîn û agahdar ava kiriye û ev temaşevan her sal mezin dibin.”
‘Evîna mezin ji bo pirsgirêkên jinan û hewldana bilindkirina hişmendiyê’
Saba destnîşan kir ku festîval di demên dijwar re derbas bûye. Wê diyar kir ku festîvala dawî ya bi beşdarbûna şexsî berî pandemiya COVID-19 hate lidarxistin, lê destûr nehat dayîn ku festîval raweste û di dema pandemiyê de li ser serhêl berdewam kir. Wê her wiha pesnê ruhê tîmê da û got: "Gelek hevkar bi salane di festîvalê de xebitîne û me bi Jinên Neteweyên Yekbûyî re hevkariyê kiriye. Tîm û kes guherîne, lê evîna mezin ji bo pirsgirêkên jinan û hewldana bilindkirina hişmendiyê her gav hebû.”
Saba her wiha bal kişand ser girîngiya cihê çalakiyê û got: "Şanoya Rainbow, ku li dilê Jebel Ummanê ye, ne tenê sînemayek e, lê di heman demê de dem û cihekî taybet e ku bi bîra çandî ya bajêr, bi xanîyên wê yên kevin, qadên çandî û atmosfera wê ya ku giyanê rabirdûyê hildigire, girêdanek xurt ava dike."
Şikandina tabûyên qanûnê
Festîvala îsal erdîngariyên curbecur pêşkêş kir, fîlmên ji Meksîka, Swîsre, Japonya, Kore, Kanada, Îrlanda, Îtalya, Awistirya, Afrîkaya Başûr, Awistralya, Urdun, Mexrîb û Tunisê hatin nîşandan. Festîval bi fîlma Filistînî "Spas ji bo Bankkirinê" bi dawî bû, ku mijara mîratê û tevliheviyên qanûnî û civakî yên ku jinên li herêmê pê re rû bi rû dimînin vedibêje.
Di vê çarçoveyê de, Ghada Saba bal kişand ser mijareke hesas ku wê di fîlmên xwe yên berê de anîbû ziman: mafên mîratê yên jinên xiristiyan ên Urdunî. Wê tevliheviya mijarê bi van gotinan rave kir: "Gelek astengî, zext û zehmetiyên têkildarî vê mijarê hene. Hin ji van ji kevneşopî û adetan derdikevin û hin jî ji qanûnên ku divê ji nû ve werin nirxandin da ku li gorî şert û mercên heyî bin. Em li ser vê mijarê nîqaş dikin ne ji bo ku qanûna îslamî bixin ber pirsê, lê ji ber rewşên wekî hin xizmên ku mîratên jinan tenê ji ber ku ew jin in desteser dikin. Ev yek mijarê pir tevlihev dike.”
Saba kêmasiyên ku di nirxandinê de tên kirin jî wiha rave kir: "Em nikarin tenê li mijara mîratê li gorî parên ku di metnên olî de hatine destnîşankirin binêrin û aliyên din paşguh bikin. Li Urdunê, qanûnên mîratê ji bo jinên Xiristiyan jî derbas dibin, lê mijarên wekî zewac, jinberdan û welayet li gorî qanûna dêrê têne rêxistin kirin. Dema ku nîqaşek li ser vê mijarê tê vekirin, argumana ku 'ola dewletê Îslam e' tavilê tê pêşkêş kirin. Ev tê fêmkirin, lê heke qanûna Îslamî were sepandin, divê ew di hemî aliyên xwe de were sepandin; ne tenê di mijara mîrateya jinên Xiristiyan de.”
Saba her wiha bal kişand ser bandorên dûr û dirêj ên vê pirsgirêkê û destnîşan kir ku hin fîlmên di festîvalê de mijara wê yekê nîqaş kirine ku jin neçar in ku di navbera xwedîkirina zarokên kur de hilbijêrin da ku mafên xwe yên mîratê winda nekin.
Kurte filmên têkoşîna jinan di de diyar kirin
Festîvalê tenê li ser aliyekî nesekinî. Kurtefilmên ku têkoşîna jinan di werzîşê de, jinên cotkar û jinên ku li jiyaneke çêtir digerin nîşan didin jî hatin nîşandan. Hin filman fikra ku "zewac tenê rêya azadiyê ye" pirsî, û bêhêvîbûna ku bi berpirsiyariyên zêde û kêmkirina azadiyê piştî zewacê re tê jiyîn eşkere kirin.
Festîval bi panelek bi sernavê "Kî/Kê şekil dide sehneyê?" bi dawî bû. Di vê rûniştinê de, ku çêkerên fîlman û hilberînerên naveroka dîjîtal anîn cem hev, Ghada Saba got: "Îro em dibînin ku sehneyê li ser ekranên mezin şekil digire, lê di heman demê de bi rêya medyaya civakî sehneyek paralel û bi bandor tê afirandin û ev roleke girîng di şekildana hişmendiya civakî de dilîze."
Herwiha Alia Hammourî, afirînera naveroka Urdunî ku bi naveroka xwe ya dîjîtal a ku van mijarên girîng çareser dike tê nasîn, beşdarî panelê bû.