“Ger Hikumeta Kazimî nikare parastina me bike bila ji vê axê derkeve”

Piştî merasîma oxirkirina cenazeyê Hevserokê Desteya Rêvber a Şengalê Merwan Bedel, jinên Şengalê berê xwe dan Barargeha Hêzên Emniyeta Wetenî û bi hêrs ketin hindir û gotin: “Ger Hikumeta Kazimî nikare parastina me bike bila ji vê axê derkeve.”

Şengal - Duh di seatên 14:00 an de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker di roja yekemîn ya Rojiya Êzî de êrîşî Şengalê kirin. Di êrîşê de wesayita Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda hedef girtin ku di wesayitê de 2 zarokên Merwan Bedel jî hebûn. Di encama êrîşê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Cenezeyê Merwam Bedel îro bi merasîmek bi heybet li gel rê û resmên olî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan bi tevlêbûna sedan kes bi diruşmeyên “Şehîd Namrin” hate oxirkirin. Di merasîmê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo axivî. 
“Emê tola Merwanê xwe rakin”
Dayê Şemê bê dengî û bê helwest bûna hikumeta Kazimî şermezar kir û got; “Ev êrîş dewleta Tirk bi tena serê xwe nekiriye. Ev êrîş bi hevkariya Hikumeta Kazimî û PDK’ê hatiye kirin. Em wan hêzên li pişt êrîşê şermezar dikin. Bila her kes baş bizane em bi şehîdên xwe bihêz dibin. Emê tola Merwanê xwe jî rakin.”
Li ser navê YBŞ Fermandar Tîrêj Şengalî, li ser navê Rêveberiya Xweser a şengalê hevseroka MXDŞ’ê Hiso Birahîm axivîn. Biştî axaftinan cenezeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel di nav çiyayên şengalê de sipartin axê. Girseya ku ji şehîdligê derket li navçeya Sinunê kombûn û bi diroşmeyên “Şehîdnamrin” û “Bê dengî hevkariye”  ji bo şermezarkirine dewleta tirk û bêdengiya hikumeta Kazimî ber bi Barargeha Hêzên Emniyeta Wetenî ve meşiyan. Jinên ciwan û dayikan bi hêrsekî mezin hikumeta Kazimî şermezarkirin, paşê ketin barageha wan û bi avêtina kevran nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya wan nîşan dan.
“Di bin ala Îraqê de pêşengên me tên hedef girtin”
Dayê Meyan Şengalî ya xelkê gundê Borikê û di merasîmê de amadebûyî got: “Di bin ala Îraqê de pêşengên me tên hedef girtin. Dewleta Îraqê berpirsê vê êrîşêye. Eger nikarin li vir parastinekî bikin bila hêzên xwe ji vir vekşînin. Pêwîstî bi hebûna wan nîne. Heya yek ji me hebe em dev ji axa xwe bernadin. Em kezeba xwe jî bidin emê her bi soza xwe re girêdayî bin. Em jî şehîd bibin em ê dev ji doza xwe bernedin û li peyî azadiya civaka xwe ne.”
“Emê hevkarên vê êrîşê li ser vê axê nehêlin”
Di dawiya çalakiyê de Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen daxuyanî da. Rîham Hesen diyar kir ku her dem di rojên pîroz yên Êzidiyan pêşengên çivakê dikin hedef û got; “Di rojên me yên herî pîroz de her dem êrîşê civaka me dikin û pêşengên me dikin hedef. Ew çi bikin jî wê tu car fikra azadiyê û xweseriya şengalê tune nebe. Bi sedan kes ji me di oxira vê riyê de canê xwe dan û em amadene bidin. Vê carê jî Hevserokê Desteya Rêvber a Şengalê heval Merwan Bedel Şehîd kirin. Heval Merwan di dema pêwîst fermandar bû, di dema pêwîst mamoste bû û pêşneg ji civaka êzidî re bû. Hikumeta Îraqê li vir li ser vê axê çidike? Eger nikarin parastina Şengalê bikin, hebûna wan ji bo çiye? Yên ku bêdeng bûn li hember vê êrîşê, ew hevkarê Berzanî ye, ew hevkarê Osmaniyan ne, hevkarê Tirkiyê ne. Emê nahêlin kesên hevkarê vê êrîşê li ser vê axê bimînin. Em bihêzin û tu car lewaz nabin. Ji bo gihandina xeyalên şehîdên me yên azadiyê emê têkoşînê mezin bikin.”