‘Gelên Sûriyeyê sîstemeke demokratîk dixwazin’

Endama Meclîsa Têkiliyên Derve ya MSD’ê Derya Remezan bûyerên li bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serhildanên gel ên li Sûriyeyê ji nû ve dest pê kirin nirxand û got: “Gel sîstemeke demokratîk dixwaze.”

DÎREN ENGÎZEK

Qamişlo- Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 27’ê Tebaxê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên mîna wî li Dêrazorê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 12’emîn de didome. Hemû pêkhateyên li Rojava dijîn, di serî de gelê Ereb, piştgirî didin operasyona ku şervan û pêkhateyên cûda tê de cih digirin.

Endama Têkiliyên Derve ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derya Remezan ku li ser armanca operasyonê û êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mere axivî, diyar kir ku operasyon li dijî kesên ku dixwazin hawirdora aştiyê têk bibin hatiye destpêkirin. Derya Remezan bal kişand ser xwepêşandanên aştiyane yên demokratîk ku di hefteya sêyemîn de li parêzgeha Suweyda ya Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, dewam dikin û diyar kir ku gelên Sûriyeyê rêveberiyek demokratîk dixwazin.

‘Hêzên ku hewl didin li herêmê aloziyê derxînin hene’

Derya Remezan diyar kir ku Rêveberiya Xweser di destê gel de ye û got: “Ji ber vê yekê gelek dijminên me hene ku vê yekê qebûl nakin.” Derya Remezan bi bîr xist ku piştî pêngava Bahoz ê jinên li Dêrazorê QSD’ê bi; tililî û kelecan pêşwazî kirin û got: “Me dît ku jinên beriya niha di bin zilm, tundî û tacîza komên terorîst de dijîn, çawa pêşwaziya hêzên QSD’ê kirin. Li herêmê hêzên ku hewl didin aloziyê derxînin hene. Ji bo Neteweya Demokratîk dibêjin ‘dixwazin di vî warî de sîstemeke ne sazî pêk bînin’. Bi vî awayî dixwazin gel û pêkhateyên herêmê ji hev veqetînin.”

‘Di bûyerên li Dêrazorê de teqez destê MÎT’ê heye’

Derya Remezan bal kişand ser di bûyerên li Dêrazorê de hebûna dewleta Tirk û di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Destên din jî di nav vê tevliheviyê de hene û mirov dikare bibîne. Hêzên ku projeya demokratîkbûnê naxwazin, li qadên ku lê hesas in, bi taybetî jî li herêmên ku gelê Kurd û Ereb lê dijîn, tevlîheviyek wiha çêdikin. Vê yekê li dijî QSD’ê dikin. Em dizanin ku li pişt krîza Sûriyê gelek hêzên navneteweyî û herêmî hene. Berjewendiyên Emerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyê li Sûriyê hene.”

Derya Remezan a got “Bêguman destê MÎT’ê di bûyerên li Dêrazorê qewimîn de heye” da zanîn ku dewleta Tirk projeyên demokratîk ên Kurdan qebûl nake, li dijî wê li her derê, Iraq û Sûriyeyê jî di nav de li her derê serhildaneke birakujiyê ava kiriye.

‘Xeyalên dewleta Tirk ji bo herêmê hene’

Derya Remezan anî ziman xeyalên dewleta Tirk ji bo herêmê hene û got: “Dewleta Tirk difikire ku mafê wan di Lozanê de hatiye xwarin. Dibêje, ‘Wîlayetên wekî Heleb, Mûsil û Kerkûkê axa min in.’ Êrîşên li ser Iraq, Başûr û Rojava ji her alî ve dewam dikin. Ditirsin ku projeya Netewa Demokratîk sibe li herêmên wan jî belav bibe. Ji ber vê yekê Tirkiye, Îran û hikûmeta Şamê piştgiriya bûyerên li Dêrazorê dikin.”

‘Daxwazên gelê Suweydayê rewa ne’

Derya Remezan derbarê xwepêşandanên ku li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê ku piraniya Durziyan tê de ne, dest pê kirin de wiha got:

“Rejîm (Hikûmeta Şamê) bi wê deverê re eleqedar nabe, bala xwe nade vê qadê, berê xwe dide Dêrazorê û hewl dide aloziyan di navbera gelê Kurd û Ereb de derxîne. Siyaseta ku rejîmê dişopîne krîzê kûrtir dike. Helwesta wan li cihên din jî dibe sedema serhildanan. Me ji bo serhildana gel a Sûweydayê daxuyanî da, em piştgiriyê didin. Ger ku gel di krîzeke siyasî û aborî de be, li dijî wî gelî tundî bê bikaranîn, mafên wî yên rewa neyên qebûlkirin, mafên wî yên mirovî bên binpêkirin, wê demê mafê wî heye ku rabe ser piyan. Dikare bi dirûşmeyan armanca xwe bibêje û dengê xwe bilind bike. Ev mafekî rewa ye.”

‘Hikûmeta Şamê hewl dide serhildanê ji bingehên rewa derxîne’

Derya Remezan her wiha bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Şamê bi awayên cuda hewl dide vê serhildanê bitepisîne û got: “Îro hikûmeta Şamê vê yekê qebûl nake. Em di çapemeniyê de jî dişopînin. Rejîm bi hêsanî xuya nake, lê bi awayekî îstixbaratî û leşkerî hewl dide vê serhildanê ji zemîneke rewa derxîne. Bi bikaranîna tundûtûjiyê dixwaze wisa bide xuya kirin ku wek gel tiştên xirab dikin û bi vê yekê tevlîheviyan derdixînin, ango xwestekên wan wisa xuya dike.”

‘Gelê Suweydayê dibîne ku kî ji bo berjewendiyên gelên Sûriyeyê dixebite’

Derya Remezan bi gotina xwe ya “Gelê Suweydayê naxwaze Îxwan (Birayên Misilman) û rejîmê tevlihev bikin. Dixwazin bi gotinên aştiyane dengê xwe bidin bihîstin” bal kişand ser van tiştan:

“Gel dixwaze êş û zordariya xwe, sûcên ku li dijî wan hatine ji raya giştî re eşkere bike. Her kes dizane ku Rêveberiya Xweser di vê serhildanê de pir bi bandor e. Hêzên girêdayî Tirkiyê, hêzên girêdayî Rejîmê yan hêzên girêdayî dewletên navdewletî di çi astê de çareseriya Sûriyê dixwazin? Ji ber vê yekê gel dibîne û nîqaş dike. Gelê Sûweydayê dizane ku kî ji bo gel û berjewendiyên Sûriyeyê dixebite.”

Derya Remezan da zanîn ku MSD’ê ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê banga çareseriya aştiyane dike û got: “Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Divê hemû civak wekhev bin, her kes xwe bi rêve bibe û bikaribe li ser xwe biryaran bide. Gel sîstemeke demokratîk dixwaze.”

‘Mafê her netewî heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike’

Derya Remezan diyar kir ku di nava dirûşmeyên ku li Sûweyda hatin avêtin, Hevrîn Xelef a di sala 2019’an de li Girê Spî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin heye û wiha axivî:

“Hêzên dagirker wê çi bi xwe re bînin? Em li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî jî dibînin. Ji bilî talan û destavêtina jinan tiştek bi xwe re nayîne. Gelê Sûweydayê ji bo şehîda sivîl Hevrîn dirûşme berz dikin. Mîna Hevrînê li çareseriya siyasî digerin. Her roj derdikeve holê ku projeya çareseriya Sûriyê êdî yek netewe, yek al, yek ziman û yek reng qebûl nake. Mafên Durzî, Xiristiyan û Kurdan hene. Mafê her netewş heye ku çarenûsa xwe diyar bike, ew bixwe dikarin biryarê ji bo xwe bidin.”

Derya Remezan, anî ziman ku jin pêşengên şoreşê ne û ji ber vê yekê jî desthilatdarî herî zêde ji jinan ditirsin û diyar kir ku ew ne tenê ji bo gelê Sûweda yê, ji bo hemû gelên azadî û demokrasiyê didin li gel wan in.

‘Erka hêzên navneteweyî di krîza Sûriyeyê de heye’

Derya Remezan destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku gel bi pêşkêşkirina pêşniyarên xwe yên çareseriyê dikare li ser zemîneke hevpar a nîqaşan were nîqaşkirin û krîz dikare were çareserkirin û herwiha lêgerîna wan ya çareseriyê di çarçoveya aştiyane de ye. Derya Remezan amaje bi qanûnên navneteweyî jî kir û got: “Biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî heye, divê her kes piştgiriyê bide. Ji bo vê jî li Stockholmê hin xebatên me hebûn. Divê em çareseriyeke giştî ji bo Sûriyê bibînin.”

Di dawiyê de Derya Remezan bang li dewletên navneteweyî kir û got: “Xwesteka gel a di van serhildanan de afirandina jîngeheke ewle ye. Erka hêzên navneteweyî heye. Êdî divê ew jî rêyekê ji bo çareseriyê bibînin. Divê çareseriyek ji krîzên gelên Sûriyeyê re bê dîtin.”