Gelê Sistan-Belucistanê daxwaza xwe ya azadiyê nûkirin

Li eyaletê girêdayî Îranê ya Sîstan û Belucistanê gel wekî her tim duh jî li kolanan daxwaza azadiya xwe kirin.

Navenda Nûçeyan – Ji roja yekem a serhildana gel a ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye, her roja Înê li Sîstan-Belucistanê gelê Belûç daxwazên xwe yên azadiyê diqîrin.

Li parêzgeha Sîstan Belucistanê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin girtin û hêzên rejîmê li navçeyên cuda ên bajêr hatin bicihkirin. Duh xelkê Beluc bi dirûşmeyên li dijî hikûmeta Îranê û yasayên wê daketin qadan.

Serhildêrên bajarê Zahidanê li dijî gelên Beluc, Kurd, Ereb û gelên bindest dirûşmeyên li dijî gelên din berz kirin. Her wiha bi daliqandina pankartên cuda diyar kirin ku heta azadiya xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.